Komîsyona Aşitiyê dest bi nivîsandina raporta dawî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma nivîsandina raporta pêvajoya aşitiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê dicive. Ev pêngav piştî dirêjkirina dema xebata "Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê" hat avêtin û tê de nexşerêyeke yasayî ya ji bo çareseriyê tê amadekirin.
Parlamentoya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand, tîma nivîsandina raporta pêvajoya aşitiyê dê sibe 6ê Çileya 2026an, rûniştineke giring pêk bîne. Civîn dê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, ku di heman demê de serokatiya komîsyonê dike, birêve biçe.
Di vê tîma nivîsandinê de nûnerên her çar partiyên mezin (AK Partî, MHP, CHP û DEM Partî) amade ne. Armanca sereke ya civînê ew e ku pêşniyarên di nava du mehên borî de hatine kirin werin nîqaşkirin û raporteke dawî ya ku di nava xwe de guhertinên yasayî jî dihewîne, were amadekirin.
Celal Firat: ‘Divê raport ji tirsên ewlehiyê dûr be’
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat derbarê giringiya vê raportê de ji bo ajanseke nêzîkî partiya xwe axivî. Firat tekez kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê raporta dawî rastiya siyasî, civakî û dîrokî ya pirsa Kurd li ber çavan bigire.
Celal Firat wiha got: "Nabe ev raport li gorî têgihiştin û tirsên ewlehiyê yên dewletê were amadekirin. Ger em çareseriyeke bingehîn dixwazin, divê em cesaret bikin û rastiya dîrokî û siyasî binivîsin."
Daxwaza guhertinên bingehîn di yasayan de
Firat bal kişand ser wê yekê ku divê ev raport tenê li ser kaxezê mîna "şîretên baş" nemîne û weha berdewam kir: "Pêdivî bi guhertinên berceste di Yasaya Sizayê, Yasaya Dijî Terorê û Yasaya Cîbicîkirina Sizayan de heye. Herwiha ji bo ku pêşiya siyaseta demokratîk vebibe, divê di vê raportê de daxwaza rakirina sîstema qeyûman bi awayekî zelal were kirin."