Serok Barzanî û şandeka Partiya Tevgera Sadîqûnê pêngavên piştî hilbijartinan nîqaş kirin

Serok Barzanî û Neîm Ebdî Yasir
Serok Barzanî û Neîm Ebdî Yasir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi şandeka Tevgera Sadîqûnê re pêngavên piştî hilbijartinan li Iraqê nîqaş kirin û behsa hevahengiya aliyên siyasî kir.

Li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 05.01.2026) li Pîrmamê pêşwaziya şandeka Partiya Tevgera Sadîqûnê kir, ku Cîgirê Sekreterê Giştî yê Tevgera Sadîqûnê Dr. Neîm Ebdî Yasir serokatiya wê şandê dikir.

Her li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên piştî hilbijartinan û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de jî hatin nîqaşkirin.