Libnan: Nêzîkî 300 kesan ji ber bombebaranên Îsraîlê hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand, ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên di 2ê Adarê de heta niha, hejmara qurbaniyan gihîştiye nêzî 300 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê îro 7ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, di nava pênc rojên dawî de (ji 2ê Adarê ve) li seranserê Libnanê 294 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1023 kes jî birîndar bûne.
Piştî ku şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de dest pê kir, Hizbullaha Libnanê jî bi awayekî çalak tevlî pevçûnan bû. Hizbullahê bi mûşek û droneyan êrîşî bajarê Tel Avîvê kir. Li hember vê yekê, firokeyên şer ên Îsraîlê dest bi pêleke giran a bombebaranê li ser herêma Dahiye ya li başûrê Beyrûtê û herêmên din ên başûrê Libnanê kirin.
Ev alozî piştî êrîşa asmanî ya Amerîka û Îsraîlê ya 28ê Sibata 2026an a li ser Îranê kûrtir bû. Di wê êrîşê de çend serkirdeyên payebilind ên Îranê hatibûn kuştin. Îranê jî di demeke kurt de bi mûşekbaranê bersiv dabû û baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê kiribûn armanc.