Li Neynewayê êrîş li baregeheke Heşda Şeibî hat kirin: Kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, firokeyên nenas îro baregeheke hêzên Heşda Şeibî yên li parêzgeha Neynewayê bombebaran kirin.
li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş (Şaneya Ragihandina Ewlehiyê), îro 7ê Adarê saet di 18:10an de baregeha Lîwaya 40emîn û Fewca 33emîn a Heşda Şeibî yên li sînorê parêzgeha Neynewayê rastî êrîşeke asmanî hatine.
Di daxuyaniyên de hat diyarkirin, ev êrîşa asmanî bûye sedema kuştina endamekî Heşda Şeibî û birîndarbûna 3 kesên din. Herwiha ziyaneke madî ya mezin gihîştiye baregehê.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê aşkere kir, lêpirsîna li ser bûyerê û nasnameya firokeyên êrîşkar berdewam dike. Hat ragihandin jî, piştî temambûna lêkolînan, dê hûrgiliyên zêdetir ji bo raya giştî werin parvekirin.
Heta niha ti aliyekî bi fermî berpirsyariya vê êrîşê negiriye ser xwe.