Şino.. Ew pênc kesên li nav befrê asê bûbûn hatin rizgarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ew welatiyên bajarê Şinoyê yên ku li deverên çiyayî yên nêzîkî wî bajarî di nav befrê de asê bûbûn hatin rizgarkirin.

Pênc welatî di dema 10 rojên borî de, dema ku vedigeriyan Rojhilatê Kurdistanê li çiyayên Kêlaşînê li ser sînorê di navbera başûr û rojhilatên Kurdistanê de di nav befrê de mabûn û ev roj di şikeftekê de derbaz kirin.

Qayimqamê Şinoyê Ebdiselam Mamezîzî ragihand ku, duhî êvarê ji aliyê tîmên xwebexş ên xelkî û tîmên Heyva Sor deverê piştî derbazbûna çend saetan hatin rizgarkirin û ji bo pişkinînên bijîşkî ji bo nexweşxaneyê hatin şandin.

Xizmên wan çend caran bizav kir ku wan rizgar bikin û ji hikûmetê xwestiye ku di hawara wan biçin. Piştî ku ji alîkariya aliyên hikûmetê bêhêvî bûn, wan tîmek çê kir û bi peyatî ber bi cihê diyarkirî ve meşiyan da ku wan rizgar bikin. Piştî gihîştina wan, tîmên Heyva Sor jî gihîştin wê derê û ew rizgar kirin.