Zulkuf Guneş: Amarên TUÎKê dereweke mezin e, em rastiyê di bazarê de dibînin
Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê ligel hêjarî zêde dibe û debara jiyanê zehmettir dibe, Saziya Amaran a Tirkiyeyê rêjeya enflasyonê ragihand. Lê di navbera daneyên TÛÎKê û saziyên xweser de cudahiyek mezin heye ku ev jî dibe cihê nakokiyan. Kedkarên girêdayî KESKê jî li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê çalakiyek li darxistin û amarên hatin parvekirin şermezar kirin. Di çalakiyan de bang li desthilatê hate kirin ku reqemên rastîn parve bike.
Qeyrana aborî û xizanî her ku diçe kûrttir dibe ku Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) jî daneyên enflasyonê yên meha Kanûna 2025an ragihandin. Li gorî daneyên TUÎKê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê enflasyona meha Kanûna 2025an ji sedî 0,89 zêde bûye û ya salane gihiştiye ji sedî 30,89an. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) jî li tevahiya Tirkiye û bakûrê Kurdistanê li pêşiya avahiyên TUÎKê çalakiyek pêk anî. Di çalakiyê de hat ragihandin ku ew dê teslîmî enflasyona derew ya desthilatê nebin û ji bo jiyaneke bi rûmet û mirovane dê di 14ê Çilêyê de dev ji kar berdin.
Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz ji K24ê re got: “Em salan e dixwazin, enflasyona rastî bi rayagiştî re bê parvekirin. Desthilat dibêje; em 16emîn aboriya herî mezin a cîhanê ne. Ger wisa be, çima daxwazên kedkaran nayên dabînkirin. Li cihekî ku sînorê birçîbûnê ji 30 hezar lîreyê Tirkî derbas bûye û sînorê hejariyê gihîştiye 100 hezar lîreyî; xanenişînên wî welatî bi 16.800 lîreyî dijîn. Bi zêdebûneke ji sedî 12 ev reqam dê herî zêde bibe 17-18 hezar lîre. Daxwaza me jî ew e ku reqamên rastîn ên enflasyonê werin eşkere kirin."
Li gorî Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî, rêjeya enflasyona meha kanûna pêşîn ji sedî 2,11 ye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 56,14an ku di çalakiyê de pankartên weke; “Em dê teslîmî xizanî û sefaletê nabin”, "Em ne koleyên ber deriyan in, em kedkar in" hatin bilindkirin û ji bo peyama eşkerekirina windakirina mafan jî fanûs hatin vêxistin.
Sekreterê Giştî yê EGÎTIM-SENê Zulkuf Guneş dibêje: "Em weke gel û kedkar bi rastiya jiyana ku em tê de ne fêm dikin ku reqamên TUÎKê dereweke mezin e. Gava em diçin bazarê, derdikevin kolanê, hewl didin xaniyekî an jî wesayîtekê bikirin, em vê rastiyê fêm dikin. Bi nûkirinê, mûçeyê kemane jî gihişt 27-28 hezar lîreyên Tirkî lê di bin sînorê birçîbûnê de ye. Jixwe em êdî behsa sînorê hêjariyê nakin jî. Li Tirkiye hemû kedkarên dixebitin, karmendên dewletê jî di nav de, neçar dimînin ku bi mûçeyekî ku nîvê sînorê hejariyê ye bixebitin."
Li gorî amarên TUÎKê, dê kirêyên xanî û dikanan di meha kanûna paşîn de herî zêde ji sedî 34,88 werin zêdekirin. Ji aliyekî din ve wê bo mûçeyê xanenişîna ji sedî 12.19, yê bo karmendan jî ji sedî 18,60 zem werê kirin.