Amerîka pesnê hêzên Pêşmerge dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bi boneya 105emîn salvegera damezrandina Artêşa Iraqê, peyamek belav kir û tê de pesnê keda hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî ya di parastina welat de da.
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro 6ê Çileyê bi daxuyaniyeke fermî salvegera damezrandina Artêşa Iraqê pîroz kir. Amerîkayê di peyama xwe de giringiyeke taybet da hevahengiya di navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge de.
Di daxuyaniya balyozxaneyê de hat diyarkirin, Amerîka pesnê qehremaniya hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge dike ku ji bo parastina serweriya welat û rûbirûbûna terorê têdikoşin. Hate gotin: "Amerîka rola van hêzan di serkeftina li dijî DAIŞ’ê û peydakirina aramiya li Iraqê de bilind nirxand."
Herwiha hat destnîşankirin, Washington pabendî hevkariya bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê re ye da ku dahatûyeke ewletir û aram ji bo gelê Iraqê were avakirin.
Têkbirina rêxistina terorê ya DAIŞ’ê li Iraqê proseyeke leşkerî ya dijwar bû ku di sala 2017an de bi kontrolkirina bajarê Mûsilê gihîşt lûtkeyê. Ev bûyer bû sedema hilweşîna "xelafeta" xeyalî ya ku Ebûbekir Bexdadî di sala 2014an de ji Mûsilê ragihandibû.
DAIŞ’ê di sala 2014an de beşeke mezin a axa Iraq û Sûriyeyê dagir kiribû û gihîştibû nêzîkî navenda bajarên wekî Hewlêr û Bexdayê. Lê belê bi berxwedana hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê û bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî, ew herêmên dagirkirî gav bi gav hatin rizgarkirin.