Şahîsmaîl Bedîrhanoglû: Ji bo çareserî û aboriyê em ji sala 2026an bihêvî ne

Diyarbekir (K24) – Komeleya Karsaz û Pîşesazên Başurê Rojhilat li Diyarbekirê derbarê pêvajoya çareserî û rewşa aborî de amaje kir ku ew ji sala 2026ê bihêvî ne. Karsazên Bakur dibêjin divê bo pêvajoyê gavên yasayî werin avêtin ku dema bingeha pêvajoyê bi gavên yasayî were xurtkirin dê zemîna geşepêdana aboriyê jî baştir bibe.

Di derbarê pêşbînî û hêviyên ji sala 2026an de Komeleya Karsaz û Pîşesazên Başurê Rojhilat li Diyarbekirê di Cemiyeta Rojnamevanan de civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hat amajekirin ku di sala 2025an de çek ji holê rabûn û jiholêrabuna çekan rewşek girîng û hêja ye kû bo parastina vê rewşê jî pêdivî bi gavên yasayî hene û divê ev gav jî dereng neminin. Karsaz dibêjin ew ji sala 2026an hem di warê çareseriya pirsa kurd de hem jî di warê geşepêdana aborî de bihêvî ne.

Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Rojhlatê Başur (GUNSÎAD) Şahîsmaîl Bedîrhanoglû ji K24ê re got: “Ez ji serkeftina pêvajoyê geşbîn im, pişt perdê de jî hevdîtin bi erênî didomin, li Sûrî jî dê rêyek çareseriyê were dîtin, niha rastiyek heye ku di warê aboriyê de pirsgirêk hene, zamên li mûçeyan hatine kirin têra debarê nakin, lê ez di wê baweriyê de me ku rêvebirên aboriyê bi awayeke serkeftî dimeşin, dê bihabun kêm bibe û di sala 2026an de aborî dê ber başbunê ve biçe”

Karsazên Bakurê Kurdistanê balê dikêşin ku hem piştgiriya Serok Mesûd Barzanî ya bo pêvajoyê girîng e û hem jî li Bakurê Kurdistanê piştgirî û daxwazek berfireh bo çareseriyê heye ku divê dewlet vê derfetê baş bi kar bîne û di vê çarçoveyê de sala 2026an de gavên şênber biavêje.

Karsaz Bedrettîn Karaboga dibêje: “Serok Mesut Barzanî piştgiriya vê pêvajoyê dike, em jî piştgiriya pêvajoyê dikin, PKKê 2 gavên baş avêtin çekên xwe şewitandin, divê komisyona ku guhdarî hemu aliyan kiriye jî vî hevîrî têxê teştê û tiştek baş derxîne holê.”

Karsazên Bakurê Kurdistanê balê dikêşin ku di sala 2026an de rupelek sipî hatiye vekirin ku zemîna çareseriya pirsa kurd û geşepêdana aboriyê heye ku divê dewlet jî bo vê yekê gavên şênber biavêje.