Asayişa Şêx Meqsûd: Hêzên ser bi Şamê ve dest bi êrişê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê bi çekên giran êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) ragihand, ew ji bo parastina sivîlan û pûçkirina êrişê di nava berxwedaneke dijwar de ne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayiş), têkildarî geşedanên dawî yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, alozî û şerê li herêmê gihîştiye asteke bilind.

Asayişê diyar kir, komên êrişkar ên girêdayî hikumeta Şamê, bi bikaranîna çekên giran, êrişeke berfireh birine ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. ev êriş rasterast jiyana sivîlan dixe bin metirsiyê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, hêzên Asayîşê ji bo parastina taxan û niştecihên wan bi tundî bersiva êrişkaran didin û got: "Hêzên me ji bo têkbirina êrişê û parastina can û malê gelê me, di nava berxwedaneke dijwar de ne."

Asayişê tekez kir jî, armanca wan a sereke parastina aramî û ewlehiya taxan e. Herwiha diyar kir jî, tîmên wan li seranserê eniyên şer di amadebaşiyê de ne, da ku nehêlin komên çekdar derbasî nava qadên niştecihbûnê bibin.

Tê nûkirin..