Hêzên Ewlekariya Hundirîn li girê Kastêloyê êrîşeka hêzên çekdar şkand
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê (Asayiş) yên girêdayî HSDê ragihand ku, wan kariye bizaveka çekdarên girêdayî Hikûmeta Şamê ji bo ser Girê Kastêloyê bişkînin.
Li gorî ragihandina Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê (Asayiş) yên girêdayî HSDê, hêzên wan îro (Çarşem, 07.01.2026) di pûçkirina bizava yekê ya derbazbûna çekdarên Hikûmeta Şamê ji bo ser Girê Kastêloyê de serkeftî bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn amaje jî da ku, ew êrîş saet 3:00 ê piştî nîvroya îro bi rêya bikaranîna tankan hatiye kirin. Ewlekariya Helebê eşkere jî kiriye ku, zirareka mezin gihîştiye wan hêzan û neçar mane ku birevin û termên kuştiyên xwe jî li paş xwe li deverê hiştine.
Navenda navbirî amaje jî da ku, hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê li ser topbarankirina wê taxê bi rêya bikaranîna tank û topan berdewam in. Bombebaranan deverên Lêramon, Şêhan, Siryan û derdorên wê vegirtine.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê herwesa ragihand ku, di encama wan bombebaranan de, heta niha du welatiyên sivîl birîndar bûne.