PDK û YNK sibe dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeka haydar ji Şanda Danûstandinan a YNKê hûrguliyên ecêndaya civîna çaverêkirî ya di navbera PDK û YNKê de, ku biryar e sibe bê lidarxistin, eşkere kirin.

Çavkaniyeka haydar ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re ragihand: “Biryar e ku şandên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sibe (Pêncşem, 08.01.2026) bicivin.”

Li gorî zanyaran, tewerê nîqaşan dê berfireh be û dê sê dozên hestyar û bi-hev-re-girêdayî vegirin, ku ew jî pirsa Serokkomarê Iraqê, avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê ne.

Wê çavkaniyê eşkere jî kiriye ku, PDK û YNK dixwazin berbijarê Kurdan ji bo posta Serokkomarê Iraqê yekalî bikin. Ji bilî wê pirsê jî, her du alî dê li ser mekanîzm û avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîqaş bikin, herwesa tewerekê din ê nîqaşên di navbera wan her du aliyan de jî dê aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê be.

Ji piştî ragihandina encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ve, ev wekî civîna yekê ya fermî ya şandên danûstandinan ên her du aliyan tê hesibandin.

Çavdêr û çavkaniyên siyasî dibêjin ku, zêdebûna civînên di navbera PDK û YNKê de di vê demê de bersivek e ji bo rewşa hestyar a Iraq û deverê. Her du alî hevnerîn in ku "yekhelwestî û yekdengî" li Bexdayê mifteya bidestxistina mafan e, di eynî demê de avakirina bilez a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî misogerkirina pêşkêşkirina xizmetkariyên hejî ji welatiyên Kurdistanê re ye.