Nûrî Şêxo: Hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê bi çekên giran êrîş kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê Encûmenên her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ragihand: “Rewşa devera me aloz e û hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê bi çekên giran êrîş kiriye.”
Hevserokê Encûmenên her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo îro (Çarşem, 07.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Rewşa devera me pir nexweş û aloz e, bi çekên giran êrîşî me tê kirin û me kuştî û birîndar hene.”
Nûrî Şêxo herwesa got: “Êrîş ji heşt aliyan ve li ser me tên kirin, heşt welatî hatine kuştin û 47 welatiyên din jî birîndar bûne. Êrîş nesekinîne, lê kêmtir bûne û komên çekdar fermanan ji derve werdigirin.”
Navbirî amaje jî da ku, hejmareka zêde ya leşkerên girêdayî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê hatine kuştin û şêniyên wê deverê berevaniyê ji mal û deverên xwe dikin.
Hevserokê Encûmenên her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bang li Serok Barzanî û aliyên peywendîdar û raya giştî kir ku, di zûtirîn dem de bên ser xetê û li beranberî van êrîşan bêdeng nemînin, rêyê li van êrîşan bigirin.