Heleb: Êrîş û topbarana li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewam in
Navenda Nûçeyan (K24) – Beşa rojhilatî ya taxa Şêx Meqsûd û taxa Eşrefiyê ya Helebê bi dijwarî têne topbarankirin û Hêzên Ewlekariya Hundir (asayiş) li hemberî hewildanên ketina nav taxê li ber xwe didin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundir – Heleb ragihand, çeteyan beşa rojhilatî ya taxa Şêx Meqsûd bi tank, topên giran û mûşekên Gradê kirine armanc. Di encama vê topbarana hov de, ziyaneke mezin gihîştiye mal û milkên sivîlan û binesaziya taxê.
Li gorî daxuyaniyê, çeteyan hewl daye ku bikevin hundirê taxê û bi pêş ve werin, lê Hêzên Ewlekariya Hundir bi tundî bersiva wan dane.
Hat ragihandin ku hêzên asayişê bi çekên rashaş şerekî dijwar di navbera hêzên ewlekariyê û êrişkeran de berdewam dike û ew bi biryardarî rê li ber pêşveçûna çeteyan girtine.
Ev êrişa ku duh saet di 15:00an de dest pê kir, di demekê de tê ku her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ev du roj in di bin dorpêçeke giran de ne. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku ev êriş û dorpêç jiyana bi hezaran sivîlan dixe metirsiyê û rewşa mirovî ya li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd her ku diçe xerabtir dibe.