Murat Zorlûoglû: Di 2025an de zêdetirî 1.5 milyon geştiyaran serdana Diyarbekirê kir

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Parêzgarê Diyarbekirê di civîna çapemeniyê ya nirxandina sala 2025an de da zanîn ku di sala 2025an de 1 milyon û 600 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kiriye û bo sala 2026an jî armanca wan ew e ku ji 2 milyonî zêdetir geştiyar serdana Diyarbekirê bikin. Parêzgarê Diyarbekirê amaje kir ku dê di warê tendirustî û trafîkê de jî di sala nû de gavên girîng biavêjin.

Parêzgarê Diyarbekirê Murat Zorlûoglû derbarê nirxandina sala 2025an û pêşbînî û hêviyên ji sala 2026an de bi endamên çapemeniyê re civînek li dar xist.

Di civînê de Murat Zorlûoglû da zanîn ku di sala 2025an de 1 milyon û 600 hezar getiyaran serdana Diyarbekirê kiriye ku di sala 2024an de ev hijmar 1 milyon û 200 hezar bû û bo 2026an jî armanc ew e ku ji 2 milyonî zêdetir geştiyar serdana Diyarbekirê bikin.

Derbarê barîna berfê, aloziyên trafîkê û qeşaya nav bajêr de jî Murat Zorlûoglû amaje kir ku dibe ku kêmasiyên wan çê bibin û hewl didin bi şaredariya bajarê mezin û saziyên din ên peywendîdar re pirsgirêkan çareser bikin û di vê çarçoveyê de bo pêşîlêgirtina aloziyên nû jî dixebitin.

Murat Zorlûoglû derbarê Nexweşxaneya Bajêr de jî ku çêkirina wê berdewam e da zanîn ku %72 hatiye çêkirin û tê pêşbînîkirin ku îsal bikeve îsal bi dawî bibe û her wiha Nexweşxaneyek nû bo Zanîngeha Dîcleyê jî tê çêkirin.

Parêzgarê Diyarbekirê da zanîn ew li ser projeyek nû dixebitin ku barê trafîka Diyarbekirê %30 sivik bikin û bo çêkirina rêya bi hesin a nav bajêr jî bi şaredariya bajarê mezin re xebatên xwe didomînin.

Di civînê de bal hate kêşan ku çêkirina Bendava Farqînê jî berdewam e ku 300 milyar lîre bo vê projeyê hatine veqetandin.

Li gorî daneyên ji aliyê Murat Zorlûoglû ve hatîn parvekirin li Diyarbekirê di operasyonên dijî madeyên hişbir de 5.3 ton madeyên hişbir hatine bidestxistin û her wiha 305 hezar hebikên hişbir jî hatine girtin.

Derbarê qezayên trafîkê de jî hat gotin ku di sala 2025an de li Diyarbekirê di qezayên trafîkê de 25 welatî mirine.