Revenda Kurdistanî: Divê civaka navdewletî rê li ber qirkirina Kurdên Helebê bigire
Navenda Nûçeyan (K24) – Konfederasyona Revenda Kurdistanî derbarê xirabûna rewşa mirovî ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de hişyarî da û êrişên artêşa Sûriyeyê û komên tundraw şermezar kirin. Konfederasyonê piştgiriya xwe ji bo nêzîktêdayîn û helwestên Serok Mesûd Barzanî ragihand.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ku wekî sîwanekê ji bo Kurdên dîasporayê kar dike, roja 8’ê Çileya 2026’an di daxuyaniyekê nîgeraniya xwe ya kûr li hemberî êrişên nijadperest ên li dijî sivîlên Kurd ên li Helebê anî ziman.
‘Nêrîna Serok Barzanî nexşerêyeke hîkmetane ye’
Konfederasyonê di daxuyaniyê de bal kişand ser helwestên neteweyî yên Serok Mesûd Barzanî û piştgiriya xwe ya tam ji bo daxuyaniyên wî ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Nêrîna Serok Barzanî ya ji bo dûrxistina Kurdan ji şerê navbera pêkhateyan û rêgirtina li rageşiya neteweyî ya bi Ereban re, di vê dema hesas de nexşerêyeke hîkmetane ye. Parastina berjewendiyên bilind ên neteweya Kurd û rêgirtina li malwêraniyên nû, pêdiviyeke lezgîn e."
Bang li Neteweyên Yekgirtî hat kirin
Konfederasyona Revenda Kurdistanî bang li Neteweyên Yekgirtî (NY), saziyên mafên mirovan û welatên demokratîk kir ku demildest bikevin nava liv û tevgerê. Konfederasyonê daxwaz kir ku rê li ber pêvajoya kuştin û koçberkirina bi darê zorê ya gelê Kurd were girtin û civaka navdewletî berpirsyariya xwe ya hiqûqî û exlaqî bi cih bîne.
‘Hêzên Kurdistanî divê yekdeng bin’
Di daxuyaniyê de bang li hemû alî û hêzên Kurdistanî hat kirin ku di vê serdema dîrokî de yekdeng bin û piştgiriya xelkê berxwedêr ê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bikin. Hat destnîşankirin ku nasnameya neteweyî ya Kurd bi çek û dorpêçan nayê şikandin.
Dengê Kurdên dîasporayê
Konfederasyonê wekî "dengê Kurdên li derveyî welat" dubare kir ku ew ê li Ewropa û Amerîkayê hewildanên xwe yên dîplomatîk berdewam bikin, da ku dengê mezlûmiyeta gelê xwe bigihînin navendên biryardanê. Konfederasyonê tekez kir jî, ew ê heta bidestxistina mafên rewa û dabînkirina rûme