Ebdulbasit Hemo: Êrişên li Helebê plana qirkirina etnîkî û tunekirina Kurdan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyê PDK-S’ê Ebdulbasit Hemo ragihand, êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne bûyerên asayî ne, lê belê berdewamiya senaryoya tunekirina nasnameya Kurdî ye. Hemo destnîşan kir, peyamên piştgiriyê yên Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî moraleke mezin daye gelê Kurd.
Serkirdeyê di Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) de Ebdulbasit Hemo ji Kurdistan24’ê re, li ser geşedanên dawî yên li bajarê Helebê û êrişên li ser taxên Kurdan diyar kir, desthilata niha ya li Şamê û komên çekdar hîn jî hebûna Kurdan wekî miletekî resen qebûl nakin.
‘Qirkirina etnîkî li dijî Kurdan tê kirin’
Ebdulbasit Hemo êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê wekî "qirkirina neteweyî" pênase kir û wiha got: "Ev şerê ku îro li Helebê diqewime, ne tenê pevçûneke leşkerî ye; ev parçeyek ji senaryoyeke dirêj a redkirina Kurdan e. Ev rejîm û ev komên çekdar, tevî ku bi salan e Kurd ji bo mafên xwe têdikoşin, hîn jî naxwazin Kurdan ne di destûrê de û ne jî di rêveberiya welat de qebûl bikin."
‘Heman komên ku êrişî Efrînê kiribûn niha li Helebê ne’
Hemo bal kişand ser nasnameya êrişkaran û diyar kir, ev komên ku niha Şêx Meqsûdê topbaran dikin, heman çekdar in ku berê êrişî Efrînê kiribûn û gelê Kurd ji warê wan koçber kiribûn. Hemo hişyarî da ku heke Kurd li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê lawaz bibin, dê ev pêla êrişan ber bi Rojhilatê Firatê û herêmên din ên Kurdnişîn ve biçe.
Rola Serok Barzanî û yekitiya neteweyî
Serkirdeyê PDK-S’ê giringiya helwesta Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bilind nirxand û got:
"Peyama cenabê Serok Barzanî wekî sîmbol û bavê Kurdan, û peyama Kak Mesrûr Barzanî, cihê şanaziyê ye û moralekî pir mezin daye gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê. Ev helwest nîşan dide ku di rojên teng de Kurd her tim li pişt hev in û ev yek gava herî giring a ber bi yekitiya neteweyî ve ye."
‘Sîstema nenavendî û redkirina Kurdan’
Ebdulbasit Hemo bal kişand ser paşeroja siyasî ya Sûriyeyê û diyar kir ku sîstema navendîperest a niha, li şûna çareseriyê, krîzê kûrtir dike. Hemo destnîşan kir ku desthilata li Şamê û komên çekdar hîn jî baweriyê bi Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî nayînin.
Herwiha got: "Ev hişmendiya ku îro li Şamê serdest e, tu bernameyeke wê ya rasteqîn ji bo avakirina Sûriyeyeke piralî û nenavendî nîne. Ew naxwazin Kurdan wekî miletê duyemîn ê Sûriyeyê di destûrê de qebûl bikin û hêza siyasî bi pêkhateyên din re parve bikin. Heta ku sîstemeke nenavendî ya ku mafên hemû nasnameyan garantî dike neyê avakirin, ne aramî pêk tê û ne jî Kurd dê ji gefên qirkirinê rizgar bibin."
Hemo tekez kir ku ji bo serkeftinê, pêdivî bi helwesteke yekgirtî ya hemû aliyên Kurdistanî heye, da ku rê li ber van planên tunekirinê were girtin.