Barrack: Em piştgiriyê didin agirbestê û vekişîna hêzên HSDê ji Helebê

Tom Barrack
Tom Barrack

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê û Wezîrê Derve yê Urdinê piştgiriyê didin agirbesta şerê Helebê û daxwaza bicîhanîna peymana 10ê Adarê jî dikin.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê Eyad Sefadî îro (Şemî, 10.01.2026) pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack kir.

Li gorî postekê Tom Barrack li ser tora civakî ya Xê, her du aliyan di wê civînê de pêşketinên dawiyê yên Sûriyeyê nîqaş kirin, "di çarçoveya hevahengî û hevkariya berdewam de ji bo piştgiriya bizavên Hikûmeta Sûriyeyê ji bo misogerkirina ewlehî, serwerî, yekparçeyî û tenahiya wî welatî, herwesa parastina maf û silametiya hemî welatiyan.”

Şerê her du taxên Kurdan ên Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) jî tewerekê sereke yê wê civînê bû.

Wekî ku hatiye eşkerekirin, "Her du aliyan pabendbûna welatên xwe ji bo piştgirîkirina bizavên xurtkirina agirbestê û vekişîna aştiyane ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Helebê, tevî misogerkirina ewlehiyê û parastina hemî sivîlan, tekez kir.”

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack herwesa behsa pêdivîtiya bicîhanîna tavilê ya peymana 10ê Adara 2025ê jî kir.

Her du aliyan herwesa tekez li ser berdewamiya xebata hevpar ji bo bicîhanîna nexşerêya bidawîanîna krîza Suweydayê û tenahiya başûrê Sûriyeyê kir.