Stêrka Kurdî ya boksîngê pêngavan ber bi dîrokê ve diavêje
Navenda Nûçeyan (K24) - Almanya xwe ji bo bûyereka werzîşî ya dîrokî amade dike, ku bajarê Oberhausenê dê îşev (Şemî, 10.01.2026) bibe navenda girîngîpêdana cîhana boksîngê, û hemî çav dê li ser stêrka Kurdî û yek ji pênc lîstikvanên boksîngê yên cîhanê Agit Kabayel bin, ku dê ji bo berevanîkirina ji navnîşanê demkî yê WBC di kêşa giran de vegere.
Ev rûbirûbûn, ku dê li hola navdar a Rudolf Weber-ARENAyê bê lidarxistin, bi hevpariya DAZN û Queensberry Promotionsê tê birêvebirin. Çavdêr pêşbînî dikin ku îşev bibe şeva boksîngê ya herî mezin di dîroka nû ya Almanyayê de, ku armanc jê vegerandina rûmeta boksîngê li wî welatî ji bo asta pêşeng a cîhanê ye.
Ji bo Kabayel, pêşbirka îşev ne tenê berevanîkirina ji kembera wî ye, belkî qonaxeka çarenivîssaz e j’. Serketina wî di vê yariyê de dê bi rengekê fermî derî li ber wî veke, da ku di dawiya sala 2026ê de li beranberî stêrka efsaneyî ya cîhanê Oleksandr Osyk ji bo yekalîakirina baştirînên cîhanê raweste.
Ev bûyera girîng dê bi awayê zindî bi rêya platforma DAZNê ji bo hezkiriyên boksîngê li çar aliyên cîhanê bê veguhastin.
Hola Rudolf Weber-ARENAyê îşev ne tenê dê bibe meydana yariyekê, belkî dê bibe şahida nivîsîna dîrokeka nû ji bo werzîşa boksîngê bi serkirdetiya Agit Kabayel.