Artêşa Sûriyeyê bidawîhatina operasyona li Şêx Meqsûdê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê bi daxuyaniyekê dawîhatina operasyonên leşkerî yên li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ragihand. Li gorî daxuyaniyê, hêzên artêşê dest bi vekişîna ji taxê kirine û saziyên fermî radestî dewletê dikin.

Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê, îro şemiyê (10’ê Çileya 2026’an) ragihand, hemû çalakiyên wan ên leşkerî yên di hundirê taxa Şêx Meqsûdê de rawestiyane. Artêşê diyar kir ku ji saet 15:00’an ve operasyon bi temamî hatine bidawîkirin.

Şervanên HSD’ê ber bi Tebqayê ve tên birin

Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin, ew şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên ku di hundirê "Nexweşxaneya Yasîn" de hatibûn dorpêçkirin, çekên xwe radest kirine. Piştî bêçekkirina van şervanan, ew niha ber bi bajarê Tebqayê (herêma di bin kontrola Rêveberiya Xweser de) ve tên veguhastin.

Saziyên hikumî tên radestkirin û vekişîn dest pê kir

Artêşa Sûriyeyê da zanîn, wan dest bi radestkirina hemû navendên tenduristiyê û avahiyên hikumî ji bo sazî û dezgehên fermî yên dewletê kiriye. Hevdem ligel vê yekê, hêzên artêşê bi awayekî qonax bi qonax ji kolan û taxên Şêx Meqsûdê vedikişin.