Asayîş: Şamê ciwanên sivîl revandine û wan wekî şervan nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) ragihand, milîsên girêdayî hikumeta Şamê bi dehan ciwanên sivîl ên Kurd revandine. Asayîşê diyar kir jî, ev ciwan bi darê zorê ji malbatên wan hatine veqetandin û di medyaya Erebî de bi derewan wekî "şervanên dîlgirtî" têne nîşandan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê, êvara îro 10’ê Çileyê der barê revandina ciwanên Kurd li Helebê daxuyaniyeke weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, kiryarên hêzên hikumeta Şamê dikevin xana "sûcên şer" û "qirkirina sîstematîk".

Asayîşê eşkere kir, milîsên Şamê li ser rêyên derketina ji taxa Şêx Meqsûd bi dehan ciwanên sivîl girtine û revandine. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev milîsên hikumeta Şamê, di çarçoveya sûcên qirkirina sîstematîk de, bi dehan ciwanên me yên sivîl ji malbatên wan veqetandin û revandin. Piştre ev ciwan di medyaya xwe de wekî girtiyên şer (şervan) nîşan dan, da ku sûcên xwe yên koçberkirin, topbaran û tirsandinê veşêrin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev reftara milîsan "berûvajîkirina rastiyê" ye û wekî amûreke propagandaya reş tê bikaranîn. Asayîşê bal kişand ku ev heman senaryoya ku berê li herêmên kinarê deryayê û li Siweydayê hatibû kirin e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez kir ku hemû kesên hatine revandin sivîl in û tu peywendiya wan bi hêzên leşkerî re nîne. Asayîşê ev daxwaz kirin:

- Hikumeta Şamê û milîsên wê rasterast ji jiyan û ewlehiya van ciwanan berpirsiyar in.

- Divê civaka navdewletî berpirsyariya xwe ya hiqûqî û exlaqî bi cih bîne.

- Pêdivî ye ku demildest lêpirsîneke navdewletî derbarê van binpêkirinan de were vekirin û sûcdarên şer werin cezakirin.

Niha li taxên Kurdan ên Helebê nîgeraniyeke mezin li ser jiyana ciwanên desteserkirî heye û tirs heye ku ev ciwan di bin îşkenceyê de werin kuştin.