Sezai Temelli: Tiştê li Helebê diqewime êrîşa bi zihniyeta DAIŞê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê eşkere kir ku, Dezgeha Hewalgirî ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MIT) bi rênimayên rasterast ên Serokkomar Recep Tayyip Erdogan dest bi hejmareka danûstandinên giran bi Waşinton û Şamê re kiriye. Armanc ji wan tevgeran jî vedîtina çareseriyeka aştiyane ji bo krîza Helebê û rêgirtina li zêdetir mezinbûna pevçûnan e.
Rojnameya Zemenê ya Tirkiyeyê belav kir ku, serpişka karên niha yên Tirkiyeyê parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û pêkhateya hikûmeta navendî ye. Di vê çarçoveyê de jî, karmendên Hewalgiriya Tirkiyeyê ji bo kêmkirina bandora şer li ser deverên sînorî û çavdêrîkirina tevgera awareyan ji bo rêgirtina li pêla nû ya koçberan ber bi Tirkiyeyê ve dixebitin.
Ji aliyekê din ve û di nav Tirkiyeyê de, Cîgirê Serokê Firaksiyona Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Sezai Temelli bang li hikûmeta welatê xwe kir ku roleka erênî di krîza Sûriyeyê de bilîze. Temelli tekez jî kir ku, divê Tirkiye danûstandinên rasterast bi HSDê re bike û wekî aliyekê rewa serederiyê pê re bike, heke bi rastî armanca wê berqerarkirina aştiyê be.
Temelli bi tundî rexne li vegêrana fermî ya rayedarên Tirkiyeyê kir û ragihand: "Tiştê ku li Helebê diqewime ne pevçûneka leşkerî ye, belkî êrîşeka xeter e bi zihniyeta DAIŞê ku sivîl li taxên Kurdan kirine armanc.” Haydarî jî da ku, nebûna parastin û ewlehiyê li wan deveran jiyana bi hezaran welatiyan xistiye xeterê.
Navbirî bang li Hikûmeta Tirkiyeyê jî kir ku, helwestekê wernegire ku derfeta diyalogê têk bibe, belkî bizavê bike ku bi rêya peywendîkirina bi hemî aliyan re bi awayekî ku yekîtîya siyasî ya Sûriyeyê û yekparçeyiya axa Sûriyeyê ji bo hêsankariyê garantî bike.
Ev livînên dîplomatîk û siyasî di demekê de ne ku, guhertinên bilez di qada şer de li bakurê Sûriyeyê çê dibin û Tirkiye bizavê dike ku bi rêya hevahengiyê bi hêzên navneteweyî re rêyê li guhertina hevsengiyan bigire ku zirarê didin berjewendiyên wê.
Ev jî di demekê de ye ku di pênc rojên borî de, artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi çekên giran û bi hezaran leşkeran êrîş li dijî her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dan destpêkirin, li aliyê din jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê jî bi çend leşkeran berevanî ji wan taxan dikir.