Mesrûr Barzanî girîngiya endambûna Kurdistanê di UNESCOyê de tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Herdemî yê Iraqê di Rêkxistina UNESCOyê de kir û pê re girîngiya endambûna Kurdistanê di wêrêkxistinê de tekez kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 11.01.2026) pêşwaziya Nûnerê Herdemî yê Iraqê di Rêkxistina UNESCOyê de Eshed Tirkî Swarî kir.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de Nûnerê Iraqê di UNESCOyê de kurtiyek li ser kar û çalakiyên wan di Rêkxistina UNESCOyê de pêşkêş kir û amaje da girîngiya nûnerîtîkirina hemî pêkhate û parên Iraqê, tevî Herêma Kurdistanê jî, di nav wê rêxistinê de.

Wê ragihandinê herwesa amaje da: "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasî û rêzên xwe ji bo bizav û çalakiyên Nûnerê Iraqê anîn ziman û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa girîngiya hebûna Herêma Kurdistanê wekî endameka tevlîbûyî di Rêkxistina UNESCOyê de jî tekez kir.”