Zêrevanên Sînoran: Sînorên Iraqê bi tevahî parastî ne û tu derbazbûn nînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Hêzên Zêrevanên Sînoran tekez kir ku, sînorên Iraqê bi hemî welatên cîran re bi tevahî parastî ne û di bin kontroleke ewlehiyê ya berfireh de ne, herwesa hebûna her operasyoneke derbazbûnê yan qaçaxçîtiyê di sektorên cuda cuda de red kir.

Fermandarê Hêzên Zêrvanên Sînoran Ferîq Mihemed Suker îro (Şemî, 7ê Adara 2026ê) ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand: Sînorê bi aliyê Sûriyeyê re bi dirêjahiya 620 kîlometreyan bi tevahî û bi asteke bilind a tundiyê parastî ye, ji ber hebûna xalên kontrolê yên mezin û sîstema çavdêriyê ya pêşkeftî, tu derbazbûn û qaçaxçîtî ji wî alîyî ve nînin.

Fermandarê Hêzên Zêrvanên Sînoran eşkere jî kir: Bûyerên dawiyê girîngiya xurtkirina sînoran bi Komara Îslamî ya Îranê re bi dirêjahiya 1493 kîlometreyan di çarçoveya parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Helebçeyê de nîşan da, li wan deveran hêzên parastina sînoran bi hevahengiya zêrevanên Herêma Kurdistanê (Pêşmerge û Asayîş) hatine xurtkirin.

Ferîq Mihemed Suker ron jî kir: Ew gotgotkên behsa derbazbûna ji Iraqê bo Îranê dikin ne rast in, hevahengî û peywendiyên berdewam di navbera fermandarên lîwayên sînorî yên Iraqê û hevpîşeyên wan ên Îranî de hene, herwesa sînor li parêzgehên Diyala, Wasit, Mîsan û Besrayê binecih in û di navbera her du welatan de hevkariyeke xurt heye. 

Navbirî di derheqa sînorên bi Kuweytê re jî tekez kir: Rêjeya kontrolkirinê li ser sînorên bejahî bi dirêjahiya 200 kîlometreyan pir baş e û dever bi tevahî bi sîstema çavdêriyê hatiye dapoşîn, herwesa yekîneyên artêşê ji bo parastina xeta sînorî hatine bicihkirin.

Fermandarê Hêzên Zêrvanên Sînoran herwesa got: Di navbera her du welatan de tu rewşên zêdegavî an derbazbûnê tune ne, û di navbera fermandarên lîwayên sînorî yên her du aliyên Iraqî û Kuweytî de jî asteke bilind a hevahengiyê ji bo bersivdayîna her gotgotkekê heye. 

Ferîq Mihemed Suker herwesa ragihand: Sînorê Iraqê bi Urdin û Erebistana Siûdî re rêjeyeke kontrolkirinê ya mînakî heye û rewşa ewlehiya sînor di asta herî baş de ye. Her hêzek ku sînor ji aliyê Sûriyeyê ve werbigire, li gorî qanûnê û ji bo kontrolkirina sînor û rêgirtina li her reftarekê, ku bandor li ser peywendiyên dualî hebe, serederî dê pê re bê kirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.