Mesrûr Barzanî çareserkirina arêşeyên ligel Bexdayê li ser bingeha destûrê tekez kir

Mesrûr Barzanî û Ferhad Etrûşî
Mesrûr Barzanî û Ferhad Etrûşî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê kir û pê re tekez li ser çareserkirina arêşeyên bi Bexdayê re li ser bingeha destûrê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 11.01.2026) pêşwaziya Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî kir.

Di wê civînê de, li ser rola çalak a Parlamentoya Iraqê di warê danana qanûnan, çavdêrîkirin û berevanîkirina ji mafên hemî welatî û pêkhateyên Iraqê de jî danûstandin hatin kirin.

Tevî diyarkirina piştgiriyê ji bo Parlamentoya Iraqê wekî desthilata danana qanûnan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê girîngiya çareserkirina arêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê û peymanan û rêzgirtina li qewareya federalî û destûrî ya Herêma Kurdistanê jî tekez kir.