Li Belçîkayê ji bo zarokên Kurd "Dibistana Kurdistan" hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Leuven ê Belçîkayê, bi armanca parastina ziman û çanda kurdî, cara yekem dibistaneke seretayî ya kurdî bi navê "Dibistana Kurdistan" hat vekirin.

Bi hewildana komek mamoste û çalakvanên Kurd, li bajarê Leuven ê Belçîkayê dibistaneke nû ya kurdî deriyên xwe li pêşiya xwendekaran vekir. Armanca sereke ya vê dibistanê fêrkirina zimanê kurdî (zimanê dayikê) ye ji bo zarokên Kurd ên ku li derveyî welat mezin dibin, da ku nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin û karibin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin.

Şadiye Selîm, ku li dibistanê mamoste ye, ji Kurdistan24ê re got: "Ev projeya herî bedew e ku heta niha li Belçîkayê hatiye destpêkirin. Nifşên berî van zarokan alfabeya kurdî nizanin; eger Kurdek nikaribe bi zimanê xwe binivîse, ev yek ji bo pêşerojê karesat e."

Herwiha mamoste Naskî Nesîr jî spasiya Konfîderasyona Revenda Kurdistanî kir ku di avakirina vê dibistanê de bûne alîkar û destnîşan kir ku hêviyên wan ji bo paşeroja zarokan mezin in.

Dayika bi navê Şêwe Husên, ku her du zarokên xwe aniye dibistanê, kêfxweşiya xwe nîşan da û got: "Em dixwazin zarokên me li vir tîp û peyvên kurdî fêr bibin û çanda xwe nas bikin."

Paulîn ku dayikeke Belçîkî ye û hevjînê wê Kurd e; wê jî zarokên xwe aniye Dibistana Kurdistanê. Paulîn dibêje: "Giring e zarok zimanê bavê xwe baş fêr bibin da ku dema vegerin Kurdistanê rastî pirsgirêka ziman neyên."

Huner, stran û perwerdeya neteweyî

Dibistana Kurdistanê tenê bi hînkirina ziman sînor nabe. Li wir bi riya dersên hunerî, stran û çalakiyên curbecur, hewl tê dayîn ku ruhê nîştimanperwerî û çanda kurdewarî di dilê zarokan de were çandin.

Di niha de li dibistanê 50 xwendekar û 4 mamoste hene. Lê belê rêveberên dibistanê balê dikşînin ser kêşeyên xwe û diyar dikin ku avahiya wan a niha teng e û têra hejmara xwendekaran nake. Damezrînerên dibistanê bang li Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ji bo dabînkirina avahiyek guncav û berfirehtir alîkariya wan bike.