Pirtûkeke nû derbarê jiyan û xebata Serok Barzanî de derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar Esrîn Asî Koyxa Mihemed pirtûka xwe ya nû ya bi navê "Mesûd Barzanî; Gavên Pêşmergeyekî Ber bi Lûtkeyê ve" weşand. Pirtûk balê dikişîne ser qonaxên cuda yên jiyan û xebata Serok Mesûd Barzanî.
Nivîskar Esrîn Asî Koyxa Mihemed îro 12ê Çileyê berhema xwe ya herî nû pêşkêşî xwendevanan kir. Di vê pirtûkê de ronahî tê xistin ser têkoşîn û westgehên cuda yên jiyana Mesûd Barzanî wekî rêberekî karîzmatîk ê neteweyî.
Nivîskara pirtûkê destnîşan kir, armanca wê ya sereke ji nivîsandina vê berhemê, agahdarkirina nifşê nû û ciwanan e derbarê dîroka tije serwerî ya Kurdan. Her wiha xwestiye wan serokên ku tevahiya temenê xwe di ber doza rewa ya gelê xwe de xerc kirine, bide naskirin.
Esrîn Asî, ku xelka gundekî parêzgeha Kerkûkê ye, derbarê naveroka pirtûka xwe de got: "Min hewl da ku ez qadeke berfireh ji bo jiyan û xebata vî serokê dilsoz veqetînim, da ku ciwanên me bi riya xwendinê hişyar bibin û bizanibin ku Kurd xwedî rêberên karîzmatîk in. Malbata Barzanî di rojên herî dijwar ên dîrokê de pêşengiya xebat û berxwedanê kiriye."
Pirtûk tekeziyê li ser wê yekê dike ku destan û serkeftinên Pêşmerge û serokatiya Kurd, şahidê wê rastiyê ne ku nasnameya neteweyî ya Kurdan bi vê xebata bêwestan ve hatiye girêdan. Nivîskar hêvî dike ku ev pirtûk bibe çavkaniyeke giring, da ku her takekesekî civakê bi hûrgilî şarezayê gavên jiyana vî têkoşerî bibe.
Ev berhem di bin çavdêriya Zikrî Mûsa û bi piştgiriya Baregeha Barzanî hatiye çapkirin.
Herwiha ev berhema di demekê de ye, qada çandî û rewşenbîriya Kurdî di vê qonaxê de, gelekî pêwîstiya wê bi dokumantkirina dîroka zindî ya serok û tevgerên rizgar a neteweyî heye, da ku ev dîrok wekî waneyekê ji bo nifşên paşerojê bimîne.