Peyamek ji aliyê Serok Barzanî ve

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî îro (Duşem, 12.01.2026) peyamek li ser rewşa Helebê belav kir.

Peyama Serok Barzanî:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Di rengvedana li hember bûyerên çend rojên borî yên bajarê Helebê de, mixabin li hin malperên medyayî, medyaya civakî û navendên din kampanyayek li dijî welatiyên Ereb ên Sûriyeyî yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn tê dîtin.

Kampanya û reftarên bi vî rengî ne rewa ne û bi tu rengan bi bingeh û nirxên gelê Kurdistanê re naguncin û li dijî siyaset û nêrîna giştî ya dezgehên Herêma Kurdistanê ne.

Bi rastî, nabe berpirsiyariya kirina tawanan ji hêla xelkekî ve li ser xelkekê din bê hesabkirin ku tu têkiliya wan bi wan tawanan re nebûye.

Divê rêz li wan penaber û welatiyên Ereb ên Sûriyeyî bê girtin ên ku penaya xwe aniye ber Herêma Kurdistanê û li vê derê dijîn û divê ev kampanyaya nerewa bê bidawîanîn û aliyên peywendîdar rêyê li dubarebûna reftarên wesa bigirin.

 

Mesûd Barzanî

12ê Çileya 2026ê