Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê alîkarî gihandin zêdetirî 8 hezar lêqewimiyên Heleb û Efrînê
Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê di nûtirîn raporta xwe de ragihand ku, tîmên wê kariye di dema sê rojan de alîkariyên cuda cuda bigihînin 8 hezar û 189 awareyên bajarê Helebê ku ji ber rewşa ewlehiyê û pevçûnên leşkerî berê xwe daye Efrînê.
Li gorî raporta fermî ya Nivîsîngeha Sûriyeyê ya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê, di navbera 9 heta 11ê Çileya 2026ê de, bi tevahî 8 hezar 189 kesan ji alîkariyên wê dezgehê feyde wergirtiye, di wê çarçoveyê de 7004 danên xwarinên germ hatine belavkirin û 436 kesan pêdivîtiyên navmala yên wekî betanî, doşek û seteyên metbexê wergirtine. Herwesa kinc ji 142 kesan re hatine dabînkirin û 273 kesan jî alîkariya bijîşkî û derman wergirtine.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê amaje jî da ku, tevî van tiştan jî, bala xwe daye aliyên derûnî yên zarokên aware û 334 zarokan ji çalakiyên demborandin û derûnî feyde wergirtiye.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê plan kiriye ku, di 12ê Çileya 2026ê de belavkirina du hezar danên din ên xwarina germ û aktîvkirina tîmên bijîşkî yên gerok ji bo kampan bidomîne, tevî amadekirina embareka kelûpelên paqijkirinê ji bo du hezar malbatên din.
Ev bizav bi piştgiriya aliyên pêşkêşker ên wekî Peace Village û Dêra Tofînê ya Katolîk ve tên kirin.
Ev pêla nû ya awarebûnê di 8ê Çileya 2026ê de hat destpêkirin, dema ku artêşa Erebî ya Sûriyeyê êrîşî taxên Kurdan ên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê li bajarê Helebê kir.
Li gorî amaran, heta niha nêzîkî 27 hezar û 750 malbat, ku tê texmînkirin ku 138 hezar û 750 kes in, aware bûne û ji %90 zêdetir ji van awareyan berê xwe daye Efrînê.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê radigehîne: “Lêqewimî di rewşeka mirovî ya pir dijwar de dijîn, xasma jî ji ber sermaya zivistanê ya dijwar û barîna berfê li deverên çiyayî, ku bûye sedema kêmbûna xwarin û sotemeniyê û nemana cihê akincîbûnê yên guncayî ji bo wê hejmara mezin a penaberan.”