Geştên Balafirxaneya Silêmaniyê hatin rawestandin

Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê
Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Geştên asmanî yên Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê ji ber guhertina keşûhewayê hatin rawestandin, Serokê Yekîtiya Nivîsîngeh û Şîrketên Geştiyariyê jî got: “Heta ku keşûhewa normal nebe, zehmet e ku geşt bên destpêkirin.”

Serokê Yekîtiya Nivîsîngeh û Şîrketên Geştiyariyê li Silêmaniyê Eta Ehmed îro (Duşem, 12.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Berî demeka kêm ji aliyê Hêla Asmanî ya Tirkiyeyê ve e.mailek ji me re hatiye ku, wan ji ber mij û moranê geştên xwe ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê rawestandine.”

Eta Ehmed herwesa got: “Hêla Asmanî ya Qeterê jî saet 4:30 geştek heye, heke mij wekî îro berdewam be, dê geşta xwe heta dora nîvroyê paş bixe ji ber ku wê demê keşûhewa dê normal bibe.”

Navbirî amaje jî da: “Her ji ber mij û moranê, geştên navxweyî yên Iraqê jî ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê hatine paşxistin.”