Artêşa Sûriyeyê Dêr Hafir û Meskene wek 'herêma leşkerî' ragihand: Banga vekişînê li HSDê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê herêmên Meskene û Dêr Hafir ên gundewarê Helebê wek "herêma leşkerî ya girtî" ragihandin û ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwast ku jê derkeve û derbasî rojhilatê Firatê bibin.
Li gorî ajansa fermî ya Sûriyeyê “SANA”, Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê, îro 13ê Çileyê bi daxuyaniyekê hişyarî da HSD û PKKê û ragihand, ji îro pê ve çend herêmên stratejîk wek herêmên leşkerî yên qedexe hatin diyarkirin. Herêmên ku di daxuyaniyê de hatine destnîşankirin ev in: Dêr Hafir, Babîrî, Qewas û Meskene.
Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku HSD li van herêman bi "bermayiyên rejîmê" re bûye yek û ev der wekî navendek ji bo dronên Îranê têne bikaranîn. Hat îdîakirin jî ku ji van herêman êrîşî bajarê Helebê tê kirin, lewma wan biryara operasyonê û girtina herêmê daye.
Daxwaza ji bo HSDê: "Derbasî rojhilatê Firatê bibin"
Di daxuyaniyê de bang li hemû komên çekdar ên li van herêman hat kirin ku ji bo parastina canê xwe, ji herêmê derkevin û derbasî rojhilatê Çemê Firatê bibin.
Herweha ji welatiyên sivîl jî hat xwestin ku ji baregeh û navendên HSDê dûr bikevin. Artêşa Sûriyeyê gefa wê yekê xwar ku ew ê ji bo rêgirtina li "kiryarên tawanbarî" her tiştê pêwîst bikin.
Ev gava nû ya Artêşa Sûriyeyê piştî êrîşên li ser taxên Kurdî yên Helebê tê. Di 7ê Çileya 2026an de, heman hêzan taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê wek "herêma leşkerî" ragihandibûn û piştî wê êrîşî wan taxan kiribûn.