HSD: Hêzên artêşa Erebî ya Sûriyeyê Dêr Hafirê topbaran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandin: Hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê niha Dêr Hafirê topbaran dikin û li bajarkê Ebû Hemamê li derdora rojhilatê Dêrazorê jî êrîş kir ser xaleka kontrolê ya hêzên me.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Sêşem, 13.012026) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, saet 23:25 ê şevê hêzên çekdar ên girêdayî Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li Ebû Hemamê û li aliyekê din jî li bereyê Çemê Firatê, êrîş kir ser xaleka hêzên wan bêyî ku tu zirarekê bigihînin endamên hêzên wan.

HSDê herwesa ragihand ku, hêzên wan tavilê bersiva çavkaniya êrîşa wan daye û hemî rêkar bi cih anîne da ku xalên xwe li wê deverê biparêzin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) herwesa ragihand: Hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê dest bi topbarankirina Dêr Hafirê kiriye. Herwesa got: Zirarên vê topbaranê hîn jî nayên zanîn.