Îlham Ehmed: Divê zexteka navneteweyî bo rawestandina êrîşan hebe

Îlham Ehmed
Îlham Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amaje da ku, tu kesek bi tena serê xwe xwediyê Sûriyeyê nîne, belkî divê hemî netewe û pêkhate di aştiyê de bijîn.

Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed îro (Sêşem, 13.01.2026) di konferanseka rojnamevanî de ragihand: Divê garantiya jiyanê hebe, divê çareseriyeka siyasî ji bo rewşa Sûriyeyê û helwesteka cidî ji aliyê rayedarên Sûriyeyê ve ji bo çareserkirina pirsgirêkan hebe.

Îlham Ehmed herwesa got: Divê îrade hebe ku hemî pêkhate û neteweyên cuda cuda yên Sûriyeyê bi hev re bijîn, ji ber ku ew tenê li Sûriyeyê najîn, belkî Sûriye ji hejmareka netewe û pêkhateyên cuda cuda pêk tê.

Berpirsa navbirî amaje jî da: Gotin tenê bes nîne, ku tê gotin Kurd xweşeviyên me ne, belkî divê di kiryarên wan de bê nîşandan, herwesa divê zexteka navneteweyî ji bo rawestandina êrîşan ji aiyê artêşa Erebî ya Sûriyeyê ve hebe. Me hergav amadebûna xwe ji bo diyalogê nîşan daye, lê em tekezê li ser rawestandina êrîşan dikin.

Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser amaje jî da: Tiştên ku hikûmeta Şamê di medyayê de dibêje tenê têkdan e, ji ber ku di rastiyê de ti soz û kiryarên xwe bi cih nayîne. Civaka navneteweyî û welatên rojavayî li beranberî êrîşên artêşa Erebî ya Sûriyeyê bêdeng û bêhelwest in, ev jî karekê xelet e.

Îlham Ehmed herwesa got: Em bang li Serokê Amerîkayê Donald Trump dikin ku pêşengiyê bike û aştiyê li deverê berqerar bike, lê piştî kuştina bi sedan welatiyên Kurd û di dû re banga aştiyê bê kirin, wê hingê tiştek bi navê aştiyê namîne, pirsa Kurdan bi vî rengî nayê çareserkirin.

Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li roja Sêşemê (06.01.2026) bi piştgiriya komên çekdar ên Ebû Hemşe û Hemzatê, piştî aloziyên 8ê vê mehê, ji roja 10ê vê mhê ve bi zêdetirî 40 hezar çekdar û çekên giran êrîşî her du taxên Kurdan ên Helebê kir. Piştî pênc rojan ji şer û pevçûnan di navbera hêzên Asayîşa HSDê û artêşa Erebî ya Sûriyeyê de, ew her du tax keftin bin destê hêzên Sûriyeyê.