Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê alîkarî gihandine 11 hezar awareyên Helebê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê (BCF) di raporta xwe ya herî nû de eşkere kir ku, di dema kêmtir ji hefteyekê de, nêzîkî 28 hezar malbatan ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê berê xwe daye Efrînê. Ev yek jî bi pêleka serma û berfê ya dijwar re hevdem e, ku jiyana bi hezaran zarok û jinan xistiye xeterê.

Nivîsîngeha Sûriyeyê ya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê îro (Sêşem, 13.01.2026) di raporta xwe ya herî nû de, hûrgiliyên rewşa mirovî û kampanyayên alîkariyê ji bo awareyên parêzgeha Helebê pêşkêş kirin, ku ji ber pevçûnên leşkerî yên di destpêka Çileya îsal de berê xwe daye Efrînê.

Li gorî wê raportê, şer û pevçûnên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê, ku di 8ê vê mehê de hatine destpêkirin, bûne sedema awarebûnê zêdetir ji 27 hezar û 750 malbatan, ku hejmara wan nêzîkî 138 hezar û 750 kesan tê texmînkirin.

Amar eşkere dikin ku, zêdetir ji 90% ji wan awareyan berê xwe daye Efrînê û gundên derdora wê. Tenê di du rojên borî de, pêleka din a awarebûnê ku nêzîkî du hezar malbatan bûn ji devera xwe derketiye.

Di wê raportê de hatiye ku, tîmên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê li Efrînê li ser pêşkêşkirina alîkariyên bingehîn berdewam in. Li gorî amarên tomarkirî, heta saet 10:00 ê şevêdî (Duşem, 12.01.2026), bi tevahî 11 hezar û 480 kesan ji alîkariyên cuda cuda feyde wergirtiye.

 

Alîkariyên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ev in:

-         Belavkirina danên xwarinê yên germ li ser 9 hezar û 746 kesan.

-         Dabînkirina pêdivîtiyên wekî betanî, doşek û kelûpelên nav malê ji bo 606 kesan.

-         Dabînkirina xizmetkariyên bijîşkî û dermanan ji bo 396 nexweşan.

-         Çalakiyên derûnî ji bo 480 zarokan û dabînkirina kincan ji bo 252 kesan.

 

Plana îro ya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ji bo îro plan hebû ku 1500 danên xwarinên yên germ dabîn bike û xwarina hişk li ser sê hezar malbatan belav bike, herwesa pênc tîmên bijîşkî yên gerok jî çalak bike.

 

Veger û qebxwazî

Ew raport balê dikişîne ser destpêkirina pêvajoya vegerê, ku tê de li roja 12.0102026ê karwanê yekê bi tevlîbûna 750 malbatan bi alîkariya Rêveberiya Xwecihî ya Efrînê vegeriya Helebê, ligel vegera dilxwazane ya 250 malbatên din.

 

Sedema nîgeraniyên cidî

Rewşa ewlehiyê: Tirsa awareyan ji îhtîmala girtin û vekolanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve.. Nebûna xizmetkariyan: Wêrankirina jêrxane û xaniyan li deverên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê.

Gefên li ser tenduristiyê: Hatina zivistaneka dijwar û barîna berfê li deverên çiyayî jiyana zarok û extiyaran xistiye xeterê.

Kêmiya penagehan: Efrînê tenê mêvandariya nêzîkî 110 hezar kesan kiriye, ku vê yekê jî zexteka mezin li ser jêrxaneya wê deverê çê kiriye û pêdivîtî bi amadekirina zêdetir penagehan heye.

 

Pêşkêşker

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê herwesa pesna rola pêşkêşkerên navneteweyî û navxweyî jî kiriye, wekî Peace Village, KHALSA AID, ZER COMPANY, Tofin Catholic Church û Media International School, ku tevlî dabînkirina alîkariyan ji bo bi hezaran malbatan bûne, lê tekez dike ku mezinahiya vê karesatê pêdivîtî bi zêdetir bizavên rêxistinên mirovî heye ku hejmara wan niha li Efrînê gelek kêm e.