Dîroknas: Yasaya Tunceliyê li Heleb û Helebçeyê berdewam e
Stenbol (K24) – Dewleta Tirkiyeyê beriya 90 salan ji bo bingeheke yasayî ji Komkûjiya Dêrsîmê re deyne, yasayeke bi navê Tuncelî derxistibû. Hûrgilî, armanc û bandorên vê yasayê li Stenbolê di panelekê de hate gotûbêjkirin. Axêver diyar kirin, Yasaya Tunceliyê çi li Helebçeyê çi jî li Helebê her berdewam e.
Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê, panelek li ser Yasaya Tunceliyê ku bo jenosaydkirina xelkê Dêrsimê beriya 90 salan hatibû derxistin bi rê ve çû. Ev panel di demekê de hate kirin ku Kurd li Helebê rûbirûyê metirsiya paqijkirina nijadî bûn û lewma axêver dibêjin, Yasaya Tunceliyê îro bi formeke cûda li hemû parçeyên Kurdistanê berdewam e. Divê Kurd hişyar bin û hevûdu bigrin.
Dîroknas Mahmut Akyûreklî ji K24ê re got: “Di heqê Kurdan de; li Tirkiyeyê be, li Sûriyeyê, li Îranê yan jî li Iraqê be, zordarî hêj berdewam e. Yanî qanûna Tunceliyê wek qanûneke kolonyalîst û emperyalîst e. Heta ji van jî wêdetir e, hîn hovtir e. Ev a îro jî berdewam e, ji bo Kurdan bi dawî nebûye ev qanûn."
Herwiha Akyûreklî got: "Derfeteke gelek hêja ketiye destê Kurdan; li Sûriyeyê, li Rojhilat, li Rojava, li her derê Kurd rabûne ser pêyan ji bo mafên xwe. Pêwîst e Kurd siyasetên xwe yên navxweyî deynin aliyekî û ji bo miletê xwe xizmetekê bikin. Dema ku yekîtî di nav Kurdan de hebe, neçar e ku Ewropa û medeniyeta cîhanê mafê Kurdan bidin, ji ber ku deyndarê Kurdan in ji bo dewletekê."
Axêverekî yasanas jî dibêje, Yasaya Tunceliyê herçend armanc dikir Kurdan nehêle, berevajî armanca xwe bû sedema bihêzbûna hişmendiya netewî û berê Kurdan da têkoşîneke yasayî û demokratîk.
Yasanas Cîhan Soylemez dibêje: “Yasaya Tunceliyê bû sedem ku, di nava xelkê Dêrsimê de, Kurdan û Elewiyan de hişmendiyek çêbe. Ev hişmendî berê wan da têkoşîneke yasayî û demokratîk daku mafên xwe yên netewî û çandî bidest bixin. Li Îraqê Kurd bi gazên jehrî dihatin komkûjîkirin lê îro parçeyeke sazûmana destûra bingehîn in. Rewşa Suriyeyê carê diyar niye. Îran jî dikele jixwe. Heke em werin ser Tirkiyeyê, careke din behsa encamên yasaya Tunceliyê bikin, li gor min çareserî ew e ku, divê dewleta Tirkiyeyê dest ji wê siyaseta xwe ya ku beramber deshilatkirina Tirkan û mehkûmkirina pêkhateyên din berde.”
Weqfa Beşîkçî herwiha hem damezirandina xwe hem jî rojbûna Seydayê Beşîkçî ku ev demek e li Diyarbekirê tê dermankirin pîroz kir.