OHD: Li girtîgehan îşkence didome; Lijneya Çavdêriyê zirarê digihîne her cure pêvajoyekê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li girtîxaneyên Tirkiyeyê digel hebûna pêvajoya aşitiyê, binpêkirinê mafên mirovî bi taybet li dijî zindaniyên siyasî berdewam e. Li gor raporekê, di şeş mehên dawî de azadiya 74 zindaniyên siyasî hatiye astengkirin. Komeleyeke yasanasan dide zanîn ku, ji bo serketina pêvajoya aşitiyê, divê çaksaziyên yasayî yên berfireh werin kirin.
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê rapora xwe ya li ser binpêkirinên li girtîxaneyên Herêma Marmarayê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku, di şeş mehên dawî de gelek binpêkirinên wekî astengkirina azadiya 74 zindaniyan, zehmetkirina pêvajoya arastekirina zindaniyên nexweş bo nexweşxaneyan hatine tomarkirin û gelek caran rê nehatiye dayîn ku kovar, rojname û pirtûk bigihijin destê zindaniyan.
Endamê Rêveberiya OHD’ê Veysel Demîrkaya ji K24ê re got: “"Di vê pêvajoya ku Tirkiye niha tê de ye, gelek tişt hatin gotin. Belê, di raporên me yên berê de çi hatibûn eşkerekirin, di van raporên me de jî hene. Mesela çi hene; astengî hene. Hevalên ku dixwazin herin nexweşxaneyê, nayên hiştin ku herin. Di vê raporê de me gotiye ku ev tişt hov in. Lê hêj hevalên me nikanin herin nexweşxaneyê. Dîsa dibêjin gerek tu devê xwe vekî, em devê te binêrin ka tiştekî sûc heye yan na. Ev tişt, yanî bi girtina cilên wan, bi lêgerîna li ser laşê wan... yanî bi îşkenceyê van xebatan birêve dibin."
Li girtîxaneyan azadkirina bihezaran zindaniyan ji ber biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê tê paşxistin. Yasanas didin zanîn ku divê ev lijne nemîne û çaksaziyên berfireh ên yasayî ku rêz li mafên mirovan digre bêne kirin.
Yasanas Rojbîn Aslan jî ji K24ê re got: "Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ti bingeheke wê ya hiqûqî jî nîne. Biryarên wan ne hiqûqî ne û ev yek zirarê dide pêvajoyê jî. Yanî îro dema em li Tirkiyeyê behsa pêvajoyekê dikin, divê gavên hiqûqî bêtir werin avêtin. Lê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê li hemberî vê yekê nebaş e û gerek were rakirin. Qanûn gerek ji bo hemû girtiyan, ji bo girtiyên siyasî bibe hêvî û li gorî wê gav werin avêtin."
Hikûmeta Tirkiyeyê vê dawiyê gelek paketên darazê ragihandin lê rexneya herî mezin a li dijî wan paketan ew e ku, zindaniyên siyasî jê sûdmend nabin.