Berpirsekî MSD'ê ji Kurdistan24ê re: Sûriye bi aşkereyî tê dabeşkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî MSD'ê hişyariyê li ser dabeşbûna Sûriyeyê dide û dibêje: "Hikûmeta Şamê bi zextên navdewletî şer bi Kurdan re dike."
Nûnerê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Şamê Ebdulwehab Xelîl îro 14ê Çileya di derbarê êrîşên dawî yên artêşa Sûriyeyê bo ser herêmên Dêr Hafir û Meskeneyê de, bû mêvanê nûçeyên Kurdistan24ê.
"HSD bi rêkeftinê ew herêm kontrol kirine"
Nûnerê MSD'ê li Şamê da zanîn, HSD'ê bi rêkeftina ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê, hêzên xwe li wan herêman bicih kirine, piştî ku karîbûn wan ji terorîstên DAIŞ'ê paqij bikin û di wî şerî de gelek qurbanî dane.
Herwiha tekez kir, HSD'ê ti armanceke wê ya taybet di bicihkirina hêzên xwe de li Dêr Hafir, Meskene û derdora wan nîn e; tenê dixwaze jiyana welatiyan ji metirsiyên DAIŞ'ê biparêze, ku her kes dizane niha DAIŞ li wan herêman metirsiyeke mezin e.
"Armanc ne tenê her du taxên Helebê ne"
Li gorî gotina wî berpirsê MSD'ê, "Beriya niha bi nehênî li ser dabeşkirina Sûriyeyê rêkeftin dihatin kirin, lê niha bi eşkere tê kirin. Dema ku ji HSD'ê tê xwestin hêzên xwe bibe rojhilatê Firatê, ev tê wê wateyê: dixwazin rojhilatê Firatê di bin destê HSD'ê de be, başûrê Sûriyeyê di bin kontrola Îsraîlê de û bakurê welat jî di bin kontrola Tirkiyeyê de be."
Ebdulwehab Xelîl eşkere kir, artêşa Sûriyeyê hewl dide herêmên Dêr Hafir û Meskeneyê jî kontrol bike, lewma pêş de tê û baregehên HSD'ê bombebaran dike.
Herwiha got jî: "Di dema şerê Helebê de jî her digotin bila HSD derbasî rojhilatê Firatê bibe. Ma qey rojhilatê Firatê ne xaka Sûriyeyê ye? Em bawer dikin ku zexteke zêde ya navdewletî li ser hikûmeta Şamê heye ku şerê HSD'ê bike."
Helwesta Amerîkayê
Wî berpirsê MSD'ê diyar kir ku helwesta Amerîkayê di derbarê şerê Helebê û aloziyên niha yên Dêr Hafir û Meskeneyê de, "ne zelal û ne cidî ye"; tenê daxwazê ji aliyan dikin ku li ber xwe bidin û danûstandinan bikin.
Ebdulwehab Xelîl got: "Di çarçoveya rûbirûbûna DAIŞ'ê de, hevpeymaniya me ligel Amerîkayê heye. Rayedarên Washingtonê gelek caran dubare kirine ku em rê nadin kes êrîşî rojhilatê Firatê bike û li rojavayê Firatê jî em ê bi hev re rûbirûyî terorîstan bibin."
Li gorî Ebdulwehab Xelîl, "Beriya niha Washingtonê tekezî li ser navendîbûna Sûriyeyê dikir, lê piştî bûyerên Siweyda, peravên Sûriyeyê û taxên Kurdî yên Helebê, Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku navendîbûn li vî welatî biser nakeve û pêdivî bi sîstemeke nenavendî (federal) heye. Ev armanca me ye jî ku em bi rêya danûstandinan bi dest bixin. Em tenê nenavendîbûnê ji bo rojhilatê Firatê naxwazin, lê ji bo hemû herêmên Sûriyeyê dixwazin."
Bicîhanîna Rêkeftina 10ê Adarê
Rêkeftina 10ê Adara 2025an, ji aliyê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mezlûm Ebdî ve hatibû îmzekirin. Di rêkeftinê de xalên mîna: agirbest, tevlîkirina saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav saziyên dewletê de û naskirina Kurdan wekî pêkhateyeke resen hene.
Berpirsê MSD'ê ev rêkeftin wekî çareseriya bingehîn dibîne û dibêje: "Heke rêkeftin pêk were, dê rê li dabeşbûna Sûriyeyê were girtin. Lê reftarên niha yên Şamê welat ber bi dabeşbûnê ve dibin. Ew difikirin ku dikarin bi rêya şer vê rêkeftinê pêk bînin, lê danûstandin bi şer nabe. Ti aliyek nikare bi rêya leşkerî pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike."
Destpêka aloziyan
Piştî ku artêşa Sûriyeyê êrîşî her du taxên Kurdî (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) kir, duh Sêşemê her du herêmên Dêr Hafir û Meskeneyê jî wekî "herêmên leşkerî yên girtî" ragihandin. Artêş niha bi dron û tankan baregehên HSD'ê bombebaran dike û daxwaz dike ku hêzên leşkerî derbasî rojhilatê Firatê bibin.
Rojhilatê Firatê dikeve kû derê?
Piraniya herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û HSD'ê de li rojhilatê Firatê ne:
- Parêzgeha Hesekê: Bi temamî li rojhilatê Firatê ye (Qamişlo, Hesekê, Dêrik, hwd.).
- Rojhilatê Dêrazorê: Herêmên mîna Hecîn û Baxozê.
- Beşek ji Reqayê: Beşek ji gundewarê wê li rojhilatê çem dimîne.