Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî gihandin 1500 malbatên koçber ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), di çarçoveya xebatên xwe yên mirovî de, alîkariyên xwarin û tenduristiyê gihand 1500 malbatên koçber ên ku ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê neçar mane ber bi Efrînê ve birevin.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, tîmên wan li herêma Efrîn û gundewarên wê, ji bo sivîlkirina êşa koçberên Helebê di nava tevgerekê de ne. Di vê çarçoveyê de, 1500 selikên xwarinê li ser malbatên koçber hatin belavkirin. 

Her weha hat diyarkirin ku ji bo 1000 kesî xwarina germ hatiye dabînkirin û li ser 1000 malbatên din jî pêwîstiyên cuda yên xwarinê hatine parvekirin.

Xizmetên tenduristiyê û klînîkên gerok

Ji bilî alîkariyên xwarinê, hat eşkere kirin ku klînîkên gerok ên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ligel tîmeke bijîşkî ku ji 5 pisporan pêk tê, li gund û kampan digerin. Ev tîm ji bo dermankirina nexweşan û dabînkirina dermanên pêwîst bi şev û roj di xebatê de ne.

Piştgiriya derûnî ji bo zarokan

Yek ji xalên herî girîng ên xebata tîmên BCFê, başkirina rewşa derûnî ya zarokên koçber e. Zarokên ku ji ber şer û koçberiya neçar rastî şokên mezin hatine, bi rêya pisporên tenduristiyê û çalakiyên cuda tên piştgirîkirin, da ku bandora neyînî ya şer li ser wan kêm bibe.