Fermanbar daxwaza piştgiriya kirê û lêçûnên perwerdehiya zarokan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê bo 1 roj dest ji kar berdan, armanca destjikarberdanê ew e ku mûçeyên fermanbaran were zêdekirin û bo kirê û lêçunên perwerdehiya zarokan jî piştgiriya darayî were dayîn. Fermanbar dibêjin divê li Tirkiye şuna şer bo geşepêdana civakê pere were xerçkirin.
Ji bo mûçe werin zêdekirin li tevahiya Tirkiyeyê ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê KESKê ve bo 1 roj dest ji kar hate berdan. Endamên KESKê di çarçoveyda grevê de li Diyarbekir jî li Qada Şêx Seîd kom bûn û diruşmeyên wek şuna şer bila bo kedkaran bûdce were veqetandin hatin berzkirin. Beşdarên greve amaje kirin ku sînorê birçîbûnê bûye 30 hezar û sînorê xîzaniyê jî derdora 100 hezariye ku divê li gorî vê yekê mûçe ji nû ve werin sererastkirin.
Rêveberê Keskê Serhat Kiliç ji K24ê re got: “Vê mehê dê mûçeyê me %20 were zêdekirin, daxwaza me ew e ku %20 zamek din were kirin, ji me re tê hotin ku çavkanî têrê nakin, lê ne wisa ye, çavkanî bo şer tên xerçkirin û bo sermeyadaran tên qerçkirin.”
Fermanbarên beşdarî çalakiyê bûyîn jî anîn zimên ku mûçeyên wan têra debara wan nake ku ne dikarin bo zarokên xwe pêşerojek baş dirust bikin ne jî dikarin pêdiviyên malbata xwe yên jiyana rojane dabîn bikin.
Fermanbar Hasan Çitki got: “Mûçeyên me têra debara me nakin, ji ber wê em hatine vê çalakiyê, dema em biwazin bo xwe tiştek bistînin em nikarin, dema em bixwazin derbikevin derve em nikarin, em her dem dibêjin bila ev roj jî, ev hefte jî, ev meh jî derbas bibe lê wisa derbas dibe diçe, bila mûçeyên me werin zêdekirin.”
Fermanbar balê dikêşin ku eger çavkaniyê Tirkiyeyê bo geşepêdana civakî werin bikaranîna, dê fermanbar bikaribin mûçeyek berketî bistînin, ji ber wê daxwaz tê kirin ku bûdce şûna şer bo başkirina mûçeyan were bikaranîn.