Li parêzgeha Urmiyê 100 hezar tonên gulberojan tên berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Nûçeyan (K24) – Bi terxankirina 43 hezar û 550 hêktarên zeviyan li parêzgeha Urmiyê, berhemanîna gulberojan gihiştiye nêzîkî 100 hezar tonan û cotyaran ji ber kêmbûna xerckirina avê û dahata baş berê xwe daye vî berhemî.

Li gundên girêdayî bajarê Bokanê yê devera Mukriyanê, cotyar mijûlî dirûna gulberojan in. Pêştir li vê deverê zêdetirî bîst salan tenê şêlim dihatin berhemanîn, ku berhemanîna wê aveka mezin divê, lê ev çend sal in ku cotyaran berê xwe daye berhemanîna gulberojan ku li gorî şêlimê aveke kêmtir divê û xerciya berhemanîna wê jî kêmtir e.

Ji bilî mijara avê ku bandora wê li ser vejandina Gola Urmiyê jî dibe, tiştê ku cotyaran bo berhemanîna gulberojan pal dide dahata baş û hêsanbûna bazarkirina wî berhemî ye.

Pêştir viyaba cotyaran şêlimên xwe firotiban kargehên qend û şekirê û çend mehan piştre pereyê wan bi çend qistan bi dest wan diket lê niha berbazarkirina gulberojan di destê wan bi xwe de ye.

Cotyarên vê deverê di her hêktarekê de di navbera 2 hezar û 300 heta 28 hezar û 500 kîlogramên gulberojan de berhem tînin. Îsal 43 hezar û 550 hêktarên zeviyên çandiniyê yên parêzgeha Urmiyê bo berhemanîna gulberojan hatine terxankirin û li gorî texmînkirina Fermangeha Cehada Çandinê ya vê parêzgehê, tê pêşbînîkirin ku nêzîkî 100 hezar tonên gulberojan jê berhem bê.