Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê gihîşt Hewlêrê

Sefîn Dizeyî û Ruben Brekelmans
Sefîn Dizeyî û Ruben Brekelmans

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê ji bo serdana hêzên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê gihîşt Hewlêrê.

Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê Ruben Brekelmans îro (Pêncşem, 15.01.2026) êvarê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, di civîna di navbera Sefîn Dizeyî û Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê de behsa zêdetir girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de hat kirin.

Sefîn Dizeyî ji aliyê xwe ve spasiya helwesta Hikûmeta Holandayê kir, ku di hemî qonaxan de piştgirî daye Herêma Kurdistanê, xasma jî di alîkarîkirina hêzên Pêşmergeyan de di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de.

Herwesa biryar e ku Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê di çarçoveya vê seerdana xwe de serdana hêzên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê jî bike.