SOMO: Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dê berdewam be

Navenda Nûçeyan (K24) - Şîrketa SOMOyê ragihand ku, di sê mehên borî de 19 milyon bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê hinarde kirine. Tekez jî kir ku, ew li gorî wê peymana ku hatiye kirin li ser wergirtina petrola Herêma Kurdistanê berdewam in.

Birêvebirê Giştî yê Şîrketa Berbazarkirina Petrola Iraqê (SOMO) Elî Nizar Şeterî îro (Pêncşem, 15.01.2026) ji Ajansa Waê ya Nûçeyan a Iraqê re ragihand: Pêvajoya wergirtina petrola Herêma Kurdistanê li gorî wê peymana hatiye kirin berdewam e. Tekez jî kir: Hemî alî bizavê dikin ku pabendî bicihanîna bendên wê peymanê bin, li gorî wan şert û mercên xebitandinê yên ku ji bo zeviyên petrolê û pêvajoyên lojîstîkî hatine diyarkirin.

Şeterî ron jî kir: Ew petrola ku ji destpêka bicihanîna wê peyamnê ve li roja 27ê Îlona 2025ê heta dawiya Berçileya 2025ê hatiye wergirtin û hinardekirin gihîştiye nêzîkî 19 milyon bermîlan. Amaje jî da ku, hejmara mehane nêzîkî 6 milyon bermîlan e.

Navbirî herwesa got: Xwezaya pîşesaziya petrolê ya cîhanî guhertinan di rêjeyên hilberîn û hinardekirinê de çê dike, ev jî ji ber guhertinên teknîkî û karpêkirinê ye. Ron jî kir: Ew petrola ku mehane ji Herêma Kurdistanê tê wergirtin, û rêjeya wê di nav tevahî hinardekirina Iraqê de, bi rêjeyeka sade tê guhertin û di sînorê pejirandî de ye, li gorî pîver û rêkarên navneteweyî yên pîşesaziya petrolê.

Bexda, Hewler û şîrketên petrolê li roja 22ê Îlona 2025ê peymaneka sêalî ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê îmze kir; dema wê peymanê jî heta dawiya sala 2025ê bû.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî duhî (Çarşem, 14.01.2026) di konferanseka rojnamevanî de li ser îhtîmala dirêjkirina wê lihevkirinê got: Peymana di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de di destpêkê de ji bo sê mehan bû; heke di nav sê mehan de tu aliyan têbînî li ser nebûn, hingê ew peyman dê bi rengekê otomatîk careka dî bê nûkirin."

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Darayî Rêbaz Hemlan şevêdî (Pêncşem, 15.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand: Ji 27ê Îlona 2025ê heta 31ê Berçileya 2025ê, 19 milyon û 594 hezar bermîlên petrola Kurdistanê ji aliyê şîrketa SOMOyê ve hatine hinardekirin û dahata wê hemî çûye ser hejmara Wezareta Darayî ya Iraqê, bi vî rengî jî mûçeyan fermanberan bi rêjeya 70%  ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên dabînkirin.