Bêrîvan Mihemed: Li dijî destkeftiyên Kurdan planeke navdewletî tê meşandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Civata Giştî ya PYD’ê Bêrîvan Mihemed ragihand, êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne rasthatin e, lê beşek ji planeke berfireh a navdewletî ne ku armanca wê têkbirina vîna gelê Kurd û pûçkirina peymanên siyasî ye.
Bêrîvan Mihemed di beşdariya di bultena nûçeyan a Kurdistan24ê de, bal kişand ser pêşhatên dawî yên li Sûriyê û peywirdarkirina Hikûmeta Veguhêz a li Şamê. Wê destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma berê, senaryoyên nû li ser nexşeya Sûriyê tên meşandin ku gelek dewletên wekî Amerîka, Tirkiye û Îsraîl tê de cih digirin.
Bêrîvan Mihemed diyar kir, Peymana 10'ê Adarê ya ku di navbera HSD û aliyên li Şamê de hatibû îmzekirin, di pratîkê de nehatiye bicihbirin û got: "Hikûmeta Veguhêz a li Şamê li ser xalên peymanê nesekinî û bi êrişên li ser taxên Kurdî re nîşan da ku ew naxwaze mafên Kurdan di destûra nû de nas bike. Ev peyman niha hatiye pûçkirin."
Endama Civata Giştî ya PYD’ê êrişên ku ji 6’ê mehê ve li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest pê kirine, wekî berdewamiya planên li dijî Efrînê pênase kir. Herwiha destnîşan kir ku ev êriş bi koordînasyona hêzên wekî Amerîka, Tirkiye û Îsraîlê tên kirin, da ku Kurdan ji qada siyasî dûr bixin û destkeftiyên wan ji holê rakin.
Derbarê helwesta leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, Mihemed got, her çend zextek mezin hebe jî, HSD naxwaze bikeve nav şerekî ku tenê xizmeta berjewendiyên Tirkiyê û dewletên biyanî dike. Herwiha tekez kir ku parastina herêmê û mafên gelê Kurd di ser her tiştî re ye û ew ê li ser daxwazên xwe yên destûrî û hiqûqî bi biryar bin.
Bêrîvan Mihemed hişyarî da ku eger pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û di çarçoveya destûrî de neyê çareserkirin, wê ne tenê Kurd, lê hemû pêkhateyên Sûriyê yên wekî Elewî, Durizî û Mesîhî bibin qurbaniyên şerekî mezin. Wê bang kir ku civaka navneteweyî û hêzên demokratîk li hember van planên qirkirinê hişyar bin.
Di dawiyê de, Bêrîvan Mihemed amaje bi wê kir ku Rêveberiya Xweser 15 sal in ji bo parastina hemû gelên Sûriyê tê dikoşe û ew ê nehêlin hişmendiya Beisê ya berê di bin maskeyên nû de vegere ser desthilatdariyê.