Tom Barrack: Ji bo kêmkirina aloziyan em bi hemû aliyan re di diyalogê de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack ragihand, welatê wî ji bo rêgirtina li berfirehbûna şer û aramkirina rewşê, bi hemû aliyên li Sûriyeyê re di pêwendiyeke berdewam de ye.
Tom Barrack îro Înê 16ê Çileya 2026an, li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” peyameke derbarê şer û aloziyên dawî yên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê de weşand.
Barrack destnîşan kir, Amerîka bi hemû hêza xwe hewl dide bi rêya diyalogê rewşê di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de asayî bike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Amerîka ji nêz ve çavdêriya pêşhatên li ser erdê dike û dixwaze girjî û alozî bidawî bibin. Ev hewldanên dîplomatîk ên Washingtonê di demekê de ne ku li herêmê eniyên şer berfireh dibin.
Ev bangawaziya Amerîkayê piştî zêdebûna êrişên artêşa Sûriyeyê hat. Alozî gava pêşî di 8ê Çileyê de bi êrişên artêşa Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) dest pê kiribûn.
Piştî Helebê, di 13ê Çileyê de artêşa Sûriyeyê herêmên wekî Dêr Hafir, Babîrî, Qewas û Meskeneyê wekî "herêmên leşkerî yên qedexekirî" ragihandibûn û êrişên berfireh biribûn ser van deveran.