Newzelandayê balyozxaneya xwe ya li Tehranê girt û dîplomatên xwe vekişandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Newzelandayê ragihand, wan bi awayekî demkî balyozxaneya xwe ya li Tehranê girtiye û hemû karmendên xwe yên dîplomatîk ji Îranê vekişandine.
Wezareta Derve ya Newzelandayê eşkere kir, kar û barên balyozxaneya wan a Tehranê ji niha û pê de dê ji Enqereya paytexta Tirkiyeyê ve were birêvebirin. Wezaretê hişyariyeke tund da welatiyên xwe ku bi ti awayî neçin Îranê û bang li wan Newzelandayiyên ku li Îranê mane kir ku herî zû welat biterikînin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Newzelandayê diyar kir ku karmendên wan ên dîplomatîk şeva borî bi geştên asmanî yên bazirganî bi selametî ji Tehranê derketine.
Ev biryara Newzelandayê piştî wê yekê hat ku li hundirê Îranê şiyanên alîkarîkirina welatiyên Newzelandayê gelekî kêm bûn û ji ber astengiyên li ser xetên ragihandinê, welatî nedikarin bi hêsanî bi xizmên xwe yên li derveyî welat re têkiliyê deynin.
Vekişîna Newzelandayê di demekê de tê ku aloziyên dîplomatîk ên li Îranê zêde bûne. Beriya vê biryarê, Fransayê balyozxaneya xwe ya li Tehranê vala kiribû û Swêdê jî hişyariya dawî dabû welatiyên xwe ku yekser ji Îranê derkevin.