Wezîrê Navxwe yê Nemsayê: Hevdîtina bi Rêber Ehmed re gelekî berhemdar û girîng bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Nemsayê (Awistirya) Gerhard Karner, encamên hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li bajarê Viennayê, wekî "gelekî berhemdar û girîng" binav kir.

Gerhard Karner îro 16ê Çileyê destnîşan kir, ew her du alî gihîştine têgihiştineke hevbeş ji bo pêşxistina karên meydanî bi armanca rûbirûbûna wan astengiyên ewlehiyê yên ku metirsiyê li ser herêmê û cîhanê çêdikin.

Wezîrê Navxwe yê Nemsayê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Guftûgoyên me ligel şanda Herêma Kurdistanê çendîn mijarên stratejîk girtin nava xwe. Ji van mijaran ya herî girîng, têkbirina torên qaçaxçîtiya mirovan û jinavbirina bazirganiya madeyên hişbir bûn."

Karner diyar kir, ev hevdîtin berdewamiya peywendiyên xurt ên navbera her du aliyan e, bi taybetî piştî wê civîna ku di meha Adara sala borî de li bajarê Londonê pêk anîbûn.

Di beşeke din a guftûgoyan de, rewşa niha ya Rojhilata Navîn wekî mijarek sereke hate nirxandin û tekezî li ser pêwîstiya xebata hevbeş ji bo parastina aramiyê hat kirin. Gerhard Karner herwiha got: "Hikûmeta Nemsayê bi fermî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike, ji bo danîna şêwazên nû yên rûbirûbûna metirsiyan, ji ber ku her du alî hevnêrîn in ku ev astengî pêdivî bi hevahengiyeke kûr û pevguhertina zanyariyan heye."

Wezîrê Navxwe yê Nemsayê eşkere kir jî, asta guftûgoyan gelekî hûr û berfireh bûye. Armanca sereke ya Vienna û Hewlêrê ew e ku li dijî qaçaxçiyan û bazirganên madeyên hişbir eniyeke hevbeş ava bikin, ku ev hevkarî xizmeta ewlehiya navdewletî bike û parastina welatiyên her du welatan xurtir bike.