Ehmed Şera diçe Almanyayê: Mijara sereke vegerandina penaberan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera, roja sêşema bê di yekemîn geşta xwe ya îsal de dê bigihîje Almanyayê û ligel berpirsên pilebilind ên wî welatî bicive.

Dîwana Serokatiya Almanyayê ragihand, Serokê Federal ê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier, roja sêşemê li Qesra Bellevue ya li Berlînê dê pêşwaziya Ehmed Şera bike. Mijara sereke ya hevdîtina wan dê daxwaza Şera ya ji bo deportkirina (vegerandina) penaberên Sûriyeyî û çend mijarên din ên dualî be.

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê destnîşan kir, Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê dê di çarçoveya vê serdanê de ligel Friedrich Merz jî li Berlînê bicive. Tê çaverêkirin ku tewera bingehîn a guftûgoyên wan dîtina mekanîzmayekê be ji bo vegerandina penaberên Sûriyeyî yên ku di salên borî de çûne Almanyayê.

Ev serdana Ehmed Şera û daxwaza wî ya ji bo vegerandina penaberan di demekê de ne ku Sûriye di nava krîzeke dijwar a ewlehî û mirovî de derbas dibe. Niha li gelek deveran şerekî giran di navbera hêzên ser bi "Artêşa Erebî ya Sûriyeyê" û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de heye.

Beriya çend rojan, heman hêzên ser bi Şamê ve êrişeke berfireh biribûn ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û her du tax bi zorê dagir kiribûn. Ev êriş bûbû sedem ku bi hezaran sivîlên Kurd ber bi herêma Efrînê ve koçber bibin.

Herwiha raportên mafên mirovan amaje bi wê yekê dikin ku hêzên ser bi Şamê ve li gelek deverên welat êriş birine ser pêkhateyên Elewî, Diruzî û Mesîhî û bûne sedema komkujiyên mezin.