Tom Barrack û Mezlûm Ebdî sibe li Hewlêrê dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji bo rêgirtina li şerekî berfireh, dê sibe şemiyê li Hewlêrê bicivin.
Li gorî malpera "Al-Monitor"ê ku xwe dispêre çavkaniyên agahdar, ev civîna giring bi navbeynkariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk tê. Armanca sereke ya hevdîtinê, gotûbêjkirina rewşa aloz a Sûriyeyê û kêmkirina rageşiya leşkerî ya di navbera "Artêşa Erebî ya Sûriyeyê" û HSD’ê de ye.
Rola stratejîk a Nêçîrvan Barzanî
Çavkaniyan destnîşan kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêxistinkirina vê civînê de roleke sereke lîstiye. Tê zanîn ku Nêçîrvan Barzanî kesekî wisa ye ku hem Washington hem jî fermandariya HSD’ê baweriyê bi wî tînin. Her wiha têkiliyên wî yên nêzîk ligel Tirkiyeyê hene ku ev yek di çareserkirina krîzên herêmî de girîngiyeke mezin dide pêgeha wî.
Aloziya Helebê û gefên li ser peymana 10ê Adarê
Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku li taxên Kurdî yên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) di nava çend rojên borî de di navbera hêzên ewlehiyê yên Kurd (Asayîş) û Artêşa Sûriyeyê de pevçûn derketibûn. Her wiha "Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê" gefa êrişên nû li ser herêmên di bin kontrola HSD’ê de dixwe.
Dîplomatên Amerîkî hişyarî didin ku her geşedaneke leşkerî ya nû dikare "Peymana 10ê Adarê" ya sala 2025an ji holê rake. Ew peyman ku di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şere’ de hatibû îmzekirin, şêwazê entegrekirina saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser di nava sîstema nû ya Sûriyeyê de diyar dikir.