Eshed Şeybanî: Kurd stûna resen a Sûriyeyê ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Sûriyeyê ragihand: Kurdên Sûriyeyê stûna resen a welatê me ne. Bi wan re, em dikarin Sûriyeyeka azad ava bikin.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî duhî (În, 16.01.2026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê bi zimanê Kurdî nivîsî: Ji ber ku Nasnameya Sûrî her tim ji bo hemî zarokên wê bûye yekkar, û birayên Kurd di vê avahîyê de stûnekî resen in. Ew ji me ne û em ji wan in, û siberoja me yek e û nayê parçekirin.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê amaje jî daye: Hêza Sûrîyê di hevgirtina gelê wê de ye, û bi yekîtîya xwe em rûbirûyî her astengîyan dibin da ku welatekî azad ava bikin ku ji bo hemî xewn û hêvîyên me fireh be.
Ev gotinên Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî piştî wê yekê hatin ku, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera duhî (În 16.01.2026) biryarnameya komarî ya hejmar 13 ji bo 2026ê derxist. Ew biryarname hejmareka biryarên têkildarî statuya qanûnî, çandî û siyasî ya Kurdan li Sûriyeyê vedigire.
Ehmed Şera di wê biryarnameya xwe de tekez kir ku, nasnameya çandî û zimanî ya Kurdan pareka bingehîn a nasnameya neteweyî ya Sûriyeya yekbûyî û pirreng e.
Xalên herî girîng ên wê biryarnameyê ev in:
1. Itîrafkirina bi Nasnameyê: Kurdên Sûriyeyê pareka resen û sereke ne ji gelê Sûriyeyê. Nasname û zimanê wan pareka veneqetiyayî ya nasnameya neteweyî ye.
2. Zimanê Kurdî û Perwerde: Zimanê Kurdî wekî "zimanê neteweyî" hat qebûlkirin. Li gorî biryarê, li deverên ku rêjeya Kurdan lê berçav e, di dibistanên hikûmetê û yên taybet de mafê perwerdehiya zimanê Kurdî wekî dersên bijarde yan jî çalakiyên çandî hat dayîn.
3. Çareserkirina Pirsa Nasnameyê (Serjimêriya 1962ê): Hemî qanûn û rêkarên awarte yên ku ji serjimêriya sala 1962ê ya parêzgeha Hesekeyê derketibûn hatin betalkirin. Li gorî vê, mafê welatîbûna Sûriyeyê ji bo hemî Kurdên li ser axa Sûriyeyê dijîn, bi taybetî ji bo "Maktûmên Qeydê", hat nasîn û di maf û erkan de bi hemî welatiyan re bûn wekhev.
4. Newroz Bû Cejna Neteweyî: Roja 21ê Adarê, Cejna Newrozê, li seranserê Komara Erebî ya Sûriyeyê wekî "bêhnvedana fermî" ya bimûçe û wekî cejneka neteweyî ya sembola bihar û biratiyê hat ragihandin.
Madeyên wê Biryarnameyê bi vî rengî ne:
Madeya (1): Welatiyên Kurd ên Sûriyeyê wekî pareka bingehîn û resen a gelê Sûriyeyê tên hejmartin. Nasnameya wan a çandî û zimanî, pareka veneqetiyayî ya nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê ye ku nasnameyeka pirreng û yekgirtî ye.
Madeya (2): Dewlet pabendî parastina pirrengiya çandî û zimanî dibe; di çarçoveya serweriya neteweyî de, mafê welatiyên Kurd ê vejandina mîras, huner û pêşxistina zimanê wan ê dayikê garantî dike.
Madeya (3): Zimanê Kurdî wekî zimanekê neteweyî tê qebûlkirin. Li nava dibistanên dewletê û yên taybet, li wan deverên ku rêjeya şêniya Kurdan lê berçav e, destûr tê dayîn ku zimanê Kurdî wekî dersên bijarde yan jî wekî çalakiyeka perwerdehiyê ya çandî bên dayîn.
Madeya (4): Hemî qanûn û rêkarên awarte yên ku ji encama serjimêriya sala 1962ê ya parêzgeha Hesekeyê derketibûn tên hilweşandin. Mafê welatîbûna Sûriyeyê ji bo hemî kesên bi eslê xwe Kurd ên ku li ser axa Sûriyeyê dijîn tê dayîn (di nav de "Maktûmên Qeydê" jî hene) û di warê maf û erkan de bi temamî wekhev dibin.
Madeya (5): Cejna “Newrozê” (21ê Adarê), wekî cejneka neteweyî ku sembola bihar û biratiyê ye, li seranserê Komara Erebî ya Sûriyeyê dibe bêhnvedana fermî ya bimûçe.
Madeya (6): Dezgehên dewletê yên ragihandin û perwerdehiyê neçar in ku gotareka neteweyî ya tevgir bimeşînin. Hemî cudakarî yan dûrxistin li ser bingeha nijad û ziman bi rengekê qanûnî qedexe ne; her kesê ku fitneya neteweperestiyê sor bike, li gorî qanûnên di meriyetê de tê cezakirin.
Madeya (7): Wezaret û aliyên peywendîdar, her yek li gorî qada xwe, berpirsiyar e ku rênimayên pêdivî ji bo bicihanîna xalên vê biryarnameyê derxe.
Madeya (8): Ev biryarname di Rojnameya Fermî de tê weşandin û ji dîroka derketina xwe ve tê bicihanîn.