Vance bo Şera: Pirsgirêkên xwe bi Kurdan re bi aştiyê çareser bikin

JD Vance û Ehmed Şera
JD Vance û Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Amerîkayê daxwaz ji Ehmed Şera kir ku, pirsgirêkên gelê Kurd li Sûriyeyê bi rengekê aştiyane çareser bike.

Rojnameya “Wall Street Journal”ê ya Amerîkayî ji aliyê du çavkaniyên payebilind ên Koçka Spî ve belav kir ku, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance bi rêya telefonê bi Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera re axiviye.

Di wê peywendiya telefonê de, Vance daxwaz ji Ehmed Şera kiriye ku dawiyê li aloziyan bînin û pirsgirêkên xwe yên bi Kurdan re bi rengekê aştiyane çareser bikin.

Li gorî eynî çavkaniyê, Cîgirê Serokê Amerîkayê haydarî daye Ehmed Şera, jê re gotiye ku berdewambûna aloziyan bi Kurdan re û awarebûna zêdetir xelkî dibe ku bibe sedem ku Amerîka dîsa li ser ferzkirina cezayan li ser Sûriyeyê bifikire.

Ev peywendiya bi rêya telefonê di demekê de ye ku, di çend rojên borî de li gelek deveran, bi taybetî li derdora Helebê, alozî û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de zêde bûbûn.

Ji aliyekê din ve, di 16ê vê mehê de, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku, Amerîka bi rengekê cidî li ser xetê ye. Armanca wan ew e ku, HSD û hikûmeta Şamê aloziyên di navbera xwe de bi dawî bikin û vegerin danûstandinên li ser yekkirina hêzên xwe. Barrack tekez kir ku, Waşinton "bi şev û roj" dixebite da ku rewşê aram bike û her du aliyan vegerîne danûstandinan.

Piştî hilweşîna rejîma Esed di Berçileya 2024ê de, birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bi serokatiya Ehmed Şera û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 10ê Adara 2025ê de peymanek îmze kir da ku hêzên HSDê bi artêşa Sûriyeyê re bikin yek; Lê bicihanîna wê peymanê rûbirûyî astengiyê bû û her du aliyan hevdu bi binpêkirina bendên wê peyamanê tawanbar kir.