Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî Korbenda Aborî ya Davosê dibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî gera 56ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanî (Davos) li Swîsreyê dibe, ku bi dehan serok û rêberên welatan tevlî wê dibin.
Gera 56ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanî (Davos) dê li ji 19 heta 23ê Çileya 2026ê di bin navê "Canê Diyalogê" de bi tevlîbûna girîngtirîn rêber, bazirgan û civaka sivîl bê lidarxistin.
Ev cara pêncê ye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê dibe. Tevlîbûna wî di salên dawiyê de bi vî rengî bû:
- Sala 2025ê: Tevlî Gera 55ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanî bû, ku ji 20 heta 24ê Çileyê hat lidarxistin.
- Sala 2024ê: Tevlî Gera 54ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanî bû, ku ji 15 heta 19ê Çileyê hat lidarxistin.
- Sala 2023ê: Tevlî Gera 53ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanî bû, ku ji 16 heta 20ê Çileyê hat lidarxistin.
- Sala 2022ê: Tevlî Gera 52ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanî bû, ku di meha Gulanê de hat lidarxistin.
Di çarçoveya tevlîbûna xwe de li Davosê, Mesrûr Barzanî bi hejmareka rêberên welatan, berpirsên payebilind û aborînasên cîhanê re civiya, da ku têkiliyên Herêma Kurdistanê xurt bike û mijarên girîng ên têkildarî Iraq û deverê nîqaş bike.
Zêdetirî pênc dehsalan e ku, ev korbend rêberên warên bazirganî, hikûmet, civaka sivîl, rêxistinên navneteweyî, akademî û nifşên paşerojê kom kirine da ku qebxwaziyên cîhanî fam bikin û bi hev re cîhanê ber bi pêş ve bibin.
Di demekê de ku guhertinên kûr ên jeosiyasî, teknolojîk û civakî didin nasandin, civîna salane ya Korbenda Aborî ya Cîhanê (World Economic Forum) platformeka bêalî ji bo diyalog, hevkarî û karkirinê dabîn dike.
Karnameya vê korbendê bi rengekî hatiye dîzaynkirin ku, ramanan biazirîne, çareseriyeka demdirêj ji bo qebxwaziyên têkildar derxe û derfetên nû ji bo mezinbûn, xweragirî û bandorê bike.
Korbenda îsal rengvedana tevliheviyeka bêhempa û cihêreng a sektor, pîşesazî, hikûmet û nifşên cuda de ye. Ev jî wê mewdaya berfireh a nerînên cuda cuda misoger dike, yên ku ji bo dîtina çareseriyên hevpar pêdivî ne. Herwesa bi rêya ezmûneka medyayî ya dîjîtalî ya vekirî, rûniştinên weşandî bi awayê zindî, tevlîbûna berfireh a medyayan û tevlîkirina civakê bi rêya “Korbenda Vekirî – Open Forum”, nîqaş dê ji sînorê Davosê gelek berfirehtir bibin û temaşevanên cîhanê wê dişopînin.